Alîkariya şêniyên Başûrê Kurdistanê li koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belavkirin

Koçberên di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de neçar man ji malên xwe derkevin, li bajarê Hesekê alîkariyên mirovî yên ku şêniyên Başûr Kurdistanê şandine, wergirtin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hemû cureyên çekên giran û balafirên şer êrîşan pêk tînin.

Di encama topbarana artêşa Tirk de, bi hezaran sivîl neçar man ji malên xwe derkevin û ber bi navenda kantona Hesekê ve biçin.

Duh bi şev şêniyên Başûrê Kurdistanê 24 kamyon erzaq ji koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin.

Alîkariyên ku hatine şandin, ji kel û pelên xwarinê, pêdiviyên zarokan, betanî, cil û bergên werza zivistanê û ava vexwarinê pêk dihat.

Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Rojava alîkarî li koçberên li dibistanan bi cih bûne, hate belavkirin. Hejmara dibistanên bi hezaran malbatên koçber lê bi cih bûne, 32 dibistan e.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd şaxê bajarê Hesekê Ciwana Alî wiha anî ziman: "Şêniyên Başûrê Kurdistanê alîkarî ji koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin, dê li gorî hejmara malbatan were belavkirin."

Tê payîn ku 4 kamyon li koçberên li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî were belavkirin.

(eh)


Mijarên Din