Alîkariya ji Başûrê Kurdistanê hatî gihaşt Qamişlo

Alîkariya ku gelê Başûrê Kurdistanê ji koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine gihaşt herêmê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi zanabûn tevahiya gund û bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef bi taybet herêmên ser sînor bi armance ku herêmê ji şêniyên resen vala bike.

Li gorî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî bi hejmarên mezin koçber bûne û gihaştiye derdora 200 hezar sivîl piraniya wan jin, zarok û temenmezin in.

Her wiha piştî êrîşan û di encama hedefgirtina artêşa Tirk dagirker de ji avahiyên stratejîk û rêxistinan tevahiya rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin. Ji ber wê rewşek trejedîk li herêmê çêbû.

Lewra şêniyên Başûrê Kurdistanê ji 2 rojan ve alîkariyan kom dikin û îro di saetên berêvanê de deh kamyonên tijî alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Sêmalka gihaşt bajarê Qamişlo û dê derbasî bajarê Hesekê bibe ji bo ku li ser koçberan werin belavkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din