Aliyên Sûdanê belgeya destûrî mohr kirin

Meclisa Leşkerî ya Demkî û Dakelarasyona Hêzên Azadî û Veguhatinê belgeya ku gelê Sûdanê li bendê bûn, mohr kirin.

Cîgirê serokê Meclisa Leşkerî Mihemd Hemdan Deqlo got: "Hevpeymana îro nîşa serkeftina Niştimanî ye û di encamê de ne kes bi ser ket û ne kes bi bin ket."

Skynewsê ragihand ku berpirsê leşkerî yê navdar û bi navê"Himêdîdî"wiha got:"Her kesê ku di mafê welat û welatî de sûc kiribe, dê li gorî wê rastî cezayan were."

Fermandarê Dakelarasyona Hêzên Veguhatin û Azadiyê Omer El-Deqêr got ku morkirina destûrê, di dîroka Sûdanê de kêliyeke dîrokî ye û li welat rûpeleke nû vedike.

Her wiha nûnerê Efrîqiyayê li Sûdanê Mehemd El-Hesen Libad got, morkirina belgeyê hevgirêdana navbera artêş û gelên Sûdanê de isbat dike.

Nûnerê Etiyopya li Sûdanê Mihemd Dirêr diyar kir ku hevpeyman bingeha avakirina hikumeta sivîl a Demokratîk e û wekheviyê di navbera gelan de çêdike.

Derîr wiha li axaftina xwe zêde kir:"Belgeya destûrî ji bo demekê ye û erka wê pêkanîna aşîtiyê bi tevgerên çekdar e.Di heman demê de me ji hemû cîhanê re tekez kir ku bi çareyên Efrîqî, gelên Efrîqî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Di vê der barê de Meclisa Serwer û Opozîzyon plansaziya pêkanîna hevpeymana desthilata li welet diyar kiribûn û çavkaniyan diyalog ji Reutersê kifş kir ku her du alî di 17`ê tebaxê de, dê destûrê ragihînin.

Di heman demê çavkariyan diyar kirin ku avkirina meclisa serwer dê 18`ê tebaxê were avakirin, di heman demê de serokwezîrê di 20`ê mehê de dê were erkdarkriin û paştî 8 rojan hikumet dê were avakirin.

Civîna hevbeş a yekemîn a meclisa wezîrên li Sûdanê, dê 1`ê îlonê de were birêve birin.

Serokê Meclisê Abdulfetah El-Burhan diyar kir ku Meclisa Leşerkî û Daklarasyona Hêzên Azadî û Veguhartinê gihaştin hevpeymana ku ji destpêka serxwebûnê ve bendewarên wê bûn.

Navbeykarê Etiyopya li Sûdanê Mehmûd Derîr tekez kir ku beşdariya Yekîtiya Efrîqiyayê û Kombûna Dewletên Erebî garantiya hevpeymana Sûdanê ye.

(eh)


Mijarên Din