Li gorî encamnameyê; lihevkirin li ser piştgirdayîna xebatên diyalogên siyasî yên bi soponseriya Neteweyên Yekbûyî yên bi armanca avakirina desthilata rêveber ji bo pêvajoya demkî pêk hat.
Wezîrê Karên Derve yê Mexribê diyar kir ku welatî wî banga rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê dike û dê her tim ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bixebite.
Wezîrê Karên Derve yê Mexribê anî ziman ku der barê madeya 15`an de gelek civîn li dar ketin û di encamê de ji bo erkên serweriyê gavên dawîn avêtine.
(eh)