Aliyên Filistînê nerazîbûn nîşanî peymana Îmrarat-Îsraîlê dan

Aliyên Filistînê peymana aştiyê ya Îsraîl û Îmratê ya bi sponseriya Amerîkayê red kir.

Aliyên filistînî bi daxuyaniyan peymana aştiyê ya Îsraîl û Îmratê şermezar kir û mîna derba xencerê di kêlekê de bi wesifandin.

Berdevkê Tevgera Hemasê Abduletîf Qanûi got, ev peyman pêşketineke xeter e, mîna derbeyeke xedirê di keda gelê Filistînê de ye.

Qanûi destnîşan kir ku ev peyam wê tu rewabûnê nade dagirkirina Îsraîlê ya li erdê Filistînê û got "Ev gav dihêle ku dagirker sûcên xwe yên li dijî gelê Filistînê zêde bike."

Berdevkê Tevgera Hemasê Abduletîf Qanûi wiha domand: "Îsraîl a dagirker dê dijminê gelê Filistînê, ûmeta erebî û îslamî bimîne. Ji bo qewitandina Îsraîlê li ser xaka xwe em ê hemû enerjiya gel û ûmeta xwe bi kar bînin."

Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Cîhad Îslamî Mihemed Hindawî peymana Îsraîl û Îmaratê wekî " ketina siyasî, exlaqî û stratejî" bi nav kir û got: "Ev peyman derbeyek di pişta gelê Filistînê de ye… Paşdexistina projeya îlhaqê sloganeke erzan e û hewldaneke binkeftî ku ji îxaneta bi Filistîn û ûmeta Erebî re hinceteke."

Di daxuyaniyên hin komên din ên Filistînê de hate gotin ku ev peyman komployeke nû li dijî gelê Filistînê û doza wî  ye.

 


Mijarên Din