Aldar Xelîl: Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me dike

Aldar Xelîl destnîşan kir ku divê cîhan baş bizane ku dewleta Tirk ne bi tenê, bi çeteyên DAIŞ`ê yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê revîne re êrîşî me dike.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ev êrîş ne êrîşên vê kêliyê ne lê belê hatine plankirin û hêzên komplogerên li ser serê gelê Kurd û gelên herêmê tev li wê dibin û wiha got: "Bi van êrîşan hewl didin vîna gel û hêzên leşkerî bişkînin. Lê planên wan têk çûn ji ber ku berxwedan û têkoşîna destpêka şoreşê  encamdar bûn û hesabên dewletên komploger ên ku di nav xwe de parçe bûn vala derketin."

Xelîl  gotinên xwe wiha domand: “Lihevkirinên dîrokî yên dewletên komploger hertim veşartî diman, mîna Lozanê lê îro gelek dengên cuda û dijberî van hêzên komploger hene. Ev tişt di êrîşa Tirkiyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bû. Di şerên dîrokî de me helwestek li dijî dewletek êrîşker nedît. Îro tevahiya dewletên erebî û ewropî, hundirê Tirkiyê û hundirê Emerîkayê  dijberî êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin. Hevkariya pêkhateyan îsbat dike ku şoreşa me gihaştiya astek bilind."

Aldar Xelîl got: "Em dibînin ku piştî êrîşan û topbaran hovane dê helwestek navdewletî û navneteweyê li dijî dewleta Tirk hebe. Em dibînin ku wê bi xwe re îtîrafek siyasî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûiyê bîne."

Xelîl teqez kir ku hedefgirtina balafirên artêşa Tirk sivîlan û heta leşkeran li dijî qanûnên navdewletî û hiqûqî ne.

Xelîl helwestên navneteweyî û Erebî yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi helwestên "Pîroz" bi nav kirin. Xelîl helwestên gelê herêmê wek cihê serbilindiyê bi nav kir.

Xelîl diyar kir ku dema êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke girîng e ku berdewama êrîşên ku di 9`ê Cotmeha 1998`an a dijî Rêberê Gelê Kurd û îradeya wî ye.

Xelîl mesaj ji cîhanê re sand û got: "Bila cîhan baş bizane ku dewleta Tirk ne tena xwe şerê me dike, wî çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina bajarê Reqa û Dêrazorê reviyan bi çekan bi ser me de anîn û bi navên cuda êrîşî me dikin, ev şerê hebûn û tinebûnê ye, em ê şerê çeteyên DAIŞ`ê û yên bi navê Ceyîş El-Wetenî û dagirkeriya Tirkiyê bikin, divê gelê me di aliyê locistîk, tenduristî, leşkerî û aborî de desteka şervanên li eniyên li şer ê dijî Tirkiyê bike."

Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl wiha got: "Îro ciwan hene ku tev li QSD`ê nebibûn û çek li dijî dagirkeriya Tirkiyê hildan, ev yek girêdana wan ciwanan bi xaka xwe ve îsbat dike, em bawerin ku ew ê bi ser bikevin."

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: "Erdogan di qada siyasî de bi tenê ma, bi êrîşên xwe ser herêmên me rewatiya xwe wenda kir, tu dewletan desteka wî nekir, êrîşa wî bi awayekî baş ser Rêveberiya Xweser û rewatiya wê kir."

(şx/jo)

ANHA


Mijarên Din