Aldar Xelîl: Şertê 32 km çarçoveya tunekirina rêveberiya herêmê ye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku şertê Tirkiyê ji bo ‘herêma ewle’ yê mesafeya 32 km, plana tunekirina rêveberiya herêmê ye û got: “Ji bo parastina me ji gefên Tirkiyê pêwîstiya me jî bi herêmeke ewle heye.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl têkildarî mijarên hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, ‘herêmeke ewle’, gef, tevgera Tirkiyê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

Xelîl anî ziman ku Erdogan bi salan e li dijî têkoşîna gelê me û sîstema demokratîk  êrîşan pêk tîne û got: “Li ber çavên cîhanê êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Beriya Efrînê; Bab, Ezaz, Cerablus dagir kiribûn. Niha jî dibêje ‘Ez ê rojhilatê Firatê dagir bikim.’  Ne tenê rojhilatê Firatê, dixwazin Başûrê Kurdistanê jî dagir bikin. Li ber çavê cîhanê gefên kuştinê dike û dibejê ‘Ez ê we binax bikim’.  Gelo heya vê astê raya cîhanî ker û lal bûye ku hemû kes li gefên Erdogan temaşe dikin? Diyar e ku Erdogan vegera selteneta Osmaniyan dixwaze û ji bo wê jî derdora Helebê girt û ji bo Mûsil û Kerkûkê xwe li Başûr bi cih dike. Kelema li pêşiya Erdogan ew e ku li vir sîstemeke demokratîk ava dibe. Hêza ku vê sîstemê ava dike, DAIŞ têk bir û hevkarên wê bê bandor kirin.  Erdogan jî dixwaze tola vê rake û gefan dixwe.”

‘Sîstema me li ser tu welatî ne xetere ye’

Xelîl destnîşan kir ku sîstema wan ji bo tu welatî ne xetere ye û wiha pê de çû: “Di hundirê sînorên Sûriyê de projeya xwe ya demokratîk bi pêş dixin, tu hewldanên me tune ne ku em bi dewletên derdorê re bikevin nav şerekî. Me tu carî negotiye Sûriyê parçe bikin û dewleteke cuda ava bikin. Her dem armanca me ew bû ku çawa li Sûriyê sîstemeke demokratîk were avakirin.  Divê welatên derdora Sûriyê ji van hewldanên me keyfxweş bin. Heger me sîstemeke nedemokratîk pêk binaiya, divê ev metirsî ava kiriba lê sîstema me li ser tu welatekî nabe xetere.”  

‘Ev gef ne şantaj in!’

Xelîl bal kişand ser nakokiyên hincetên dewleta Tirk ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Li ber çavên mirovahiyê DAIŞ gelek herêmên ser sînorên Tirkiyê wekî Girê Spî kiribûn bin destê xwe. Erdogan deriyê sînor ji çeteyan re vedikir û dan û standin pê re dikir. Gelo DAIŞ li ser wan ne xetere bû û ne terorîst bû? Dema DAIŞ li ser sînorê dewleta Tirk bû tu metirsî ji bo wan çênedibû. Lê niha projeya demokratîk li ser sînorê wê bi pêş dikeve, li dijî wê jî gefan dide û êrîş dike. Ev gef ne şantaj in. Erdogan bi rastî jî dixwaze herêmê dagir bike û ji bo wê li hincetekê digere.”

‘Îtifaqa Amerîka û Tirkiyê dê gelek tiştan diyar bike’

Xelîl li ser hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û dewleta Tirk de got: “Hêzên Koalîsyonê di dema Minbicê de jî û niha ji bo rojhilate Firatê jî bi Tirkiyê re di nav dan û standinê de ne. Amerîka ne ji bo çavên me, ji bo berjewendiyên xwe ketiye nav hewldanan. Îtifaqa ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de çêbe, dê gelek tiştan diyar bike û nîşan bike ka Erdogan wê gefên xwe pêk bîne yan na.  Tirkiye gelekî bi israr li hincetekê digere da ku herêmê dagir bike.”

‘Ji bo parastina ji gefên Tirkiyê, pêwîstiya herêmeke ewle heye’

Xelîl ji bo avakirina ‘herêmeke ewle’ diyar kir ku pêwîstiya wan jî bi herêmeke ewle heye û wiha axivî: “Herî kêm herêmeke ewle hebe dê me ji Tirkiyê biparezê. Dewleta Tirk jî vê dixe hincet ku dibêje bila herêmeke ewle hebe lê derdê wan ne ji bo parastinê ye. Ji ber ku me tu carî êrîşî Tirkiyê nekiriye û me negotiye ku em ê erdê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dagir bikin. Lê Erdogan hesaban dike ku em ê ji herêma ewle re bibêjin na û di bin vê re jî herêmê dagir bike. Herêma ewle ji bo me ne pirsgirêk e lê hinek ziraviyên wê hene ku em dikarin guftûgo bikin. Mînak; firehbûna herêmê, hêzên lê cih bigirin, hebûna dewriyeyê, rewşa dagirkirin û guhertina demografiya Efrînê, mijarên nîqaşê divê di nav hevdîtinan de bên guftûgokirin.”

Aldar Xelîl ji bo şertê Tirkiyê yê ‘herêmek ewle’ bi 32 km got: “Tirkiye ji bo herêma ewle 32 km’yan dixwaze û ev jî nayê qebûlkirin. Di 32 kîlometreyan de rêveberiyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê namîne ku herêmeke ewle bê avakirin. Tirkiye dibejê ‘bila di navbera min û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de herêmeke ewle hebe’, jixwe 32 km mesafe rêveberiya herêmê ye. Tirkiye vê bi zanebûn dike ku dixwaze rêveberiyê tune bibe. Me jî gotiye ku heya 5 km jî nabe pirsgirêk.  Di nav 5 km de divê bajar ne di nav de bin û bajarên ku li ser sînor in, divê li derveyî herêma ewle bin. Hêzên parastina sînor divê ji gelê herêmê bin. Ev mijar hê jî di nav guftûgoyê de ye û Tirkiyê jî di nav xwe de li hev nekiriye. Lê Tirkiye her bi gefan û êrîşan dixwaze tiştên xwe bide ferzkirin.”

Provokasyona bûyera Serêkaniyê

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk ji bo bingaha êrîşan, bi şerê taybet rihê berxwedanê dixwaze bişikîne û got: “Bi şerê taybet, leşkerî û îstîxbaratî dixwazin herêmê tevlihev bikin. Mînak; Hakan Fîdan beriya demekê got ‘wextê ku em bixwazin şer bikin ji aliyê Sûriyê de bi avêtina çend topan şer bidin destpêkirin û bibmjin em mafê parastinê bi kar tînin û êrîş bikin’. Di demeke girîng de ku şandeya Amerîkayê di civînê de bûn hin kes/kesan ji aliye Serêkaniyê ve top avêtin Ceylanpinarê. Ev bûyereke provokasyonê bû û armaca wê dexistina tevliheviyê bû. Xwestin ji şandeya Amerîkayê re peyama ‘Ew êrîşî me dikin’ bidin.  Bi zanebûn hat kirin û bi hincetekê Tirkiye zextê li şandeya di nav hevdîtinê bike û êrîşî herêmê bike. Lê hêzên peywendîdar yekser mudaxele li bûyerê kir û kesek girtin.” 

‘Planên sûîqastê yên MÎT’ê ji herêmê re hene’

Beriya demekê ajansa me agahiyên ku ji çavkaniyên xwe wergirtibûn, nûçeya planên MÎTên sûîqastê li herêmê dike parve kir. Têkildarî vê agahiyê Xelîl got: “Gelek kes di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi destê sûîqastên dewleta Tirk hatin şehîdxistin. Niha jî hin planên MÎT’ê ji bo sûîqasta kesên navdar hene. Bi van planan dixwazin tirsê di herêmê de ava bikin û morala gel bişikînin. Ev jî ji bo dewleta Tirk ne nû ye ku di nîvê Parîsê de siyasetmenderên Kurd şehîd xistin. Dijminên wiha ji bilî tunekirinê ji tiştekî razî nabin.”

Ji diyalogê re vekirî ne…

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de têkildarî tevgera dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Em di bin gefan de ne ku dijminek hatiye ser sînorê me û gefan dixwe. Em gefên wan cidî dibînin. Bi qasî ku em ji bo çareserî, diyalogê vekirî ne, ew qas jî ji bo xwedî derketina li destkeftî û gelê xwe biparêzin jî vekirî ne.”

ANHA


Mijarên Din