Aldar Xelîl: PYNK'yê amade ye kursiyên xwe bi ENKS`ê re parve bike

Aldar Xelîl diyar kir PYNK'yê amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS'ê re parve bike û piştrast kir ku têkiliyên wan bi tevahiya aliyên ku mudexeleya Sûriyê dikin re hene.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de gelek pêşketinên girîng rû dan. Jê, civîna ku di navbera ENKS û PYNK`ê de di çarçoveya pêkanîna yekitiya neteweyî de çêbûye. Her wiha serdana nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey ji herêmê re. Bicihkirina pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

Ji bo nirxandina van geşedanan û naskirina rastiya bûyerên ku rû didin, ANHA`yê hevpeyvînek bi endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

DI VÊ DAWIYÊ DE PYNK Û ENKS`Ê DI ÇARÇOVEYA PÊKANÎNA YEKITIYÊ LI HEV CIVIYAN, GELO DAN Û STANDIN GIHÎŞTIN KIJAN ASTÊ Û MIJARÊN KU LI SER HATINE LIHEVKIRIN ÇI NE?

Di navbera PYNK û ENKS`ê de civînên li ser bingeha lihevkirina siyasî çêbûn. Di wê demê de nîqaş di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS`ê de çêdibûn. Lê piştî ku nêrîna siyasî bû yek, tevahiya partiyên PYNK`ê tev lê bûn, PYD`ê nûnertiya PYNK`ê ya ku ji 24 partiyan pêk tê kir û bi vî şiklî pêvajoya duyemîn a hevdîtinan berdewam kir.

Di pêvajoya duyem de sê mijarên girîng lêveger, rêveberî û parastinê hebûn. Girêdayî lêvegerê em dikarin bêjin ku ev mijar temam bûye û tu astengiyên cidî tê de nemaye. Karê wê ew e ku bibe lêvegera bilind a Kurd û dê nûnertiya Kurdan bike. Her wiha dê nûnertiya raya Kurdan di rêveberiyê de bike bi taybet Kurdên li Rojava.

Ji aliyê nûnertiyê ve, me xwest ku hemû cihê xwe di vê lêvegerê de bigirin. Li ser vî esasî li hev kirin û bi rêjeya ji sedî 40 ji endamên lêvegerê ji PYNK`ê ne û bi rêjeya ji sedî 40 ji ENKS`ê ne. Rêjeya mayî yanî ji sedî 20 dê nûnertiya partiyên derveyî PYNK û ENKS`ê bike. Lê ji bo rêjeya ji sedî 20 gelek nîqaşên girêdayî rêbazên hilbijartina wê hatin kirin. Di dawiyê de hate lihevkirinê ku ENKS`ê bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike û PYNK`ê jî bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike. Bi vî awayî dê rêjeya lêvegerê ji sedî sed be.

Hejmara endamên lêvegerê 40 kes dê bi vî awayî werin belavkirin: 16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNK`ê diyar dike û 4 din jî ENKS`ê diyar dike

Piştre em derbasî mijara rêveberiyê bûn. Di vir de dixwazim îşaret pê bikim ku ENKS`ê di dirêjahiya salên borî de li derveyî herêmê bû. Niha jî dê tev li rêveberiya ji gelek salan ve ava bûye be. Ji ber wê mijara rêbaza tevlêbûnê bi awayekî dirêj hate nîqaşkirin. Me dît ku divê destpêkê hilbijartin li dar bikevin û li gorî encamên wê dê ENKS rêbaza tevlêbûna xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan bide. Lê rêveberên ENKS`ê diyar kirin ku hilbijartin dê li ser wan dijwar be û ew heta niha ne amade ne. Ji ber wê hewl dide beriya hilbijartinan tev li rêveberiyê bibe.

Divê dema pêkanîna hilbijartinan bê diyarkirin. Heta wê demê mînak heke piştî 9 mehan be yan jî salekê be, ku nîqaş li ser vê tê kirin, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û çawa karê wê dê nûnerên ENKS`ê cihê xwe di hin saziyên rêveberiyê de piştî lihevkirina bi rêveberiyê re, bigirin. Ev cih dê di nava kursiyên kurdan de be. Ruxmî ku yên ku tev li rêveberiyê bûn piştî hilbijartinan tev lê bûn. Lê dîsa ji bo dabînkirina serkeftina vê lihekvirinê û berdewamiya wê em ê alîkariyê ji rêveberiyê bixwazin. Her wiha PYNK`ê diyar kir ku ew amade ye hejmarek ji cihên xwe yên diyar bidin ENKS`ê. Lê dîsa jî dibêjim tu lihevkirinek girêdayî vî warî heta niha tune ye. Nîqaş û civîn girêdayî vê mijarê hîna berdewam in.

Heke ev gav bi ser bikeve, ji bo diyarkirina endamên wan di Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê û Meclisa Rêveberiyê de bi rêbazeke guncew li gorî qanûnan, dê rêyek ji bo tevlêkirina wan were nîqaşkirin.

LI GORÎ DAZGEHÊN ÇAPEMENIYÊ HINEKÎ NAKOKÎ DI NAVBERA HER DU ALIYAN DE HENE. GELO NUQTEYÊN NAKOK ÊN HERÎ GIRÎNG ÇI NE, DAXWAZÊN ENKS`Ê JI HÊLA GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ VE TÊNE PEJIRANDIN AN NA?

Gelek mijarên siyasî hene ku li ser hatine lihevkirin û divê ew qebûl bikin; rêveberî ne tenê ya Kurdan e. Tê de Kurd, Ereb, Suryan û Turkman hene. Ev rêveberî destkeftiyên mezin bi dest xistin. Rêveberî bi xwe destkeftiyek gelên herêmê ye. Mijarên wekî hevserokatî, azadiyê jinê, biratiya gelan û jiyana hevpar hîna nîqaş li ser tê kirin. Em ê bi hev re kar bikin da ku vê rêveberiyê pêş bixin. Heke pêşniyarên wan girêdayî rêveberiyê hebin em dikarin nîqaş bikin. Pêvajoya nîqaşkirina rêveberiyê hîna bi dawî nebûye û bi temamî li ser nehatiye lihevkirin.

Pêvajoya sêyem a mijara ewlehî û leşkerî ye. Ev mijar li ser nîqaş nehatiye kirin. Heke em bigihêjin vê pêvajoyê divê gelek mijar werin nîqaşkirin. Ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebe ji bo ku kêmasî çênebin.

GELO HÎNA ENKS'Ê LI TIRKIYÊ MÎNA DEWLETEKE DAGIRKERA XAKA SÛRIYÊ DINÊRE?

Belê têkilî di navbera ENKS û Tirkiyê de hene. ENKS'ê hîna endamek di îtîlafa Sûriyê de ye. Ji ber wê bawer nakim ku niha helwestekê li beramberî wê bide, di demekê de ku diyalog di navbera aliyên Kurdî de didome.

ENKS hewl dide ji mijarên girêdayî îtîlafa Sûriyê û Tirkiyê dûr bikeve. Em jî ji aliyê xwe ve hewl didin ku di peydakirina mekanîzme û rêbazên pêşxistina diyalogan û derbaskirina pirsgirêkên ku li pêşiya me derdikevin de, aliyekî bin. Hin mijarên hestiyar hene me ji aliyên ENKS'ê re hiştine da ku di pêşerojê de di nav xwe de çareser bike.

TÊKILÎ DI NAVBERA CIVÎNÊN YEKITIYA KURDÎ Û BELAVKIRINA PDK'Ê HÊZÊN XWE NÊZÎ SÎNOR JI ALIYÊ SÊMALKA DE ÇI NE?

Di demekê de ku em dixebitin da ku rêbazên yekitiya rêza kurdî peyda bikin, dewleta Tirk êrişî hêzên şoreşger ên li çiyayên Kurdistanê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê dike. Heman demê dagirkerî êrişî gundên Başûrê Kurdistanê dike, gihaşt wê astê ku  êdî şêniyên başûr nikarin di nava zeviyên xwe de kar bikin û sûdê jê bigirin. Li ser sînorê Başûr- Rojava tevgera pêşmergeyan heye. Lê rastî em nizanin sedem çi ye. Ev mijar hemû di demekê de ku hewl dide yekitiya rêza kurdî pêk bînin, çêdibin. Wekî me got, bi rastî hêviyên me ji vê cûda bûn, ji destpêka diyalogan de me hêvî dikir ku ev pirsgirêk hemû bi Başûrê Kurdistanê re derbas bibana, lê berovajî wê derket. Em teqez dikin ku tişta ku diqewime nakokiyan ji bo me çêdike.

HEMWEXTÎ CIVÎNÊ, NÛNERÊ AMERÎKAYÊ YÊ JI BO SÛRIYÊ JAMES JEFFREY GIHAŞT HERÊMÊ Û HEVDÎTIN BI HERDU ALIYAN RE PÊK ANÎ. GELO NÎQAŞÊN BI JEFFRY RE LI SER ÇI BÛN?

Serdana Jeffrey sembolîk bû, ya ku hate nîqaşkirin di heman çarçovê de bû ku Amerîkayê tenê di medyayê de behs dike, nîqaş di vê çarçoveyê de bûn û nîqaşên girîng tune bûn.

Wekî ku em dizanin, ew bi zelalî naaxivin. Jeffrey di civînê de piştgiriya xwe ji bo diyalogên ku di navbera aliyan de pêk tên piştrast kir. Lê derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê de bersivên dîplomatîk bûn. Wekî ku me got serdan sembolîk bû. Em dikarin bêjin ku serdana Jeffrey peyamek ji Rûsan, an Tirkan, an rejîmê re ye. An jî peyamek ji me re ye, an jî peyamên siyasî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê ne. Lê têkildarî koordîneya di navbera Koalîsyona dijî DAIS'ê û mijarên din de ew didome. Em dikarin bêjin ku serdana Jeffrey peyameke ji bo domandina vê piştgiriyê bû.

Careke din em piştrast dikin ku serdana Jeffrey ji bo piştgiriya diyalogên di navbera aliyên Kurdî de ye. Lê di derbarê seredana xwe de tu xalên din zelal nekir.

PIŞTÎ CIVÎNÊ, ALIYAN DEST BI ÎDIAYAN KIRIN KU JEFFREY SOZ DA KU NAHÊLE TIRKIYE ÊRIŞÎ HERÊMÊ BIKE. GELO EV CÛRYEKE ŞERÊ TAYBET E KU MIROV PARASTINA XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK REHET BIKE?

Jeffrey negot ku ew nahêlin ku Tirk êrişî herêmê bikin. Lê belê got ku Amerîka wisa digot. Wek hûn dizanin dema Tirkiyê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir lihevkirinek li ser agirbestê çêbû. Amerîka her dem dibêje ku wê bi Tirkiyê re li ser agirbestê li hev kir û ev nabe ev lihevkirin were binpêkirin. Ji ber vê yekê em nikarin hêviya xwe bi wan daxuyaniyan ve girêdin. Erê, ev daxuyanî dikarin bêne nirxandin, lê hemî hêvî li ser wan nabin.

Ya girîng di vê merhaleyê de ev e ku em ji her tiştê ku diqewime an dê di rojên pêş de biqewime amade ne û li ser vê bingehê divê mirovên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hay ji xwe hebin, ji ber ku em dizanin ku Erdogan dîsa hewl dide êriş bike û herêmê dagir bike. Divê em baş zanibin ku Erdogan cîranê me ye û em nikarin ji bo her daxuyaniyê pişta xwe bidinê.

PIŞTÎ CIVÎNÊ, HATE GOTIN KU ŞANDEK JI ENKS'Ê DÊ BIÇE PAYTEXTA RÛSYA, MOSKOVA Û DÛV RE JÎ HATE GOTIN KU EW LI STENBOLÊ YE. HÛN VÊ ÇAWA ŞÎROVE DIKIN?

Derbarê mijara seredana şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Moskovê an Stenbolê de, di destê me de agahdariyek rast tune, me ji medyayê jî bihîstibû. Bi rastî wan di vî warî de ji me re tiştek agahdar nekiriye.

Qebûl e ku civîn û hevdîtinên ENKS li derve hebin. Lê em hêvî dikin ku ev civîn û hevdîtin li ser hesabê destkeftiyên gelê Kurd be. Her wiha em hêvî nakin ku diyalogên aliyên Kurdî bikevin bazaran. Em bawer nakin ku helwesta Tirkiyê li hemberî gelê Kurd erênî be.

GELO ASTA TÊKILIYÊN WE BI HIKUMETA ŞAMÊ Û ALIYÊ MUDAXLEYA SÛRIYÊ DIKIN RE ÇAWA YE?

Her kes dizane ku em xeta sêyemîn temsîl dikin, di vê xetê de de projeya me diyar e. Bi rastî tiştê ku diqewime şerekî cîhanî yê sêyemîn e ku hemû alî beşdar bûne, ji ber vê yekê têkiliya me bi hemî aliyan re heye, em hewl didin ku çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibînin digel hemî aliyên destwerdanê li Sûriyê, ji van partî û aliyan. Şam û yên piştgirî didin wê Rûs in û li erdê jî hêzên wê hene, di heman demê de bandora wê li ser asta cîhanî jî heye.

Diyalogên me bi Koalîsyona Navneteweyî re hene, ku ji 78 welatan pêk tê. Bi Rûsyayê re jî diyalogên me hene. Di rojên borî de, Meclisa Sûriya Demokrat serdana Rûsya kir û digel wezîrê derve yê Rûsî civiya. Her wiha aliyekî muxalif nêzîkê Rûsya peymanek bi MSD'ê re îmze kir. Ev peyman ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane helwesteke erênî bû. Li ser vê bingehê me digel hemî aliyan nêzîbûneke heye û em li dijî wan kar nakin.Ji bo rejîmê jî heya niha di vê demê de tu diyalog û civîn tunene.

(şx)

ANHA


Mijarên Din