Aldar Xelîl: Ji bo çareseriya krîza Sûriyê divê Rêveberiya Xweser bê naskirin

Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî statuya herêmê gefan dixwe û êdî parastina statuya herêmê ne tenê erka gelê herêmê, erka hemû gelên cîhanê ye.

Ji ber ku statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê qebûlkirin, dewleta Tirk bi hêsanî rojane gef û êrîşên xwe li ser herêmê dike. Piştî têkçûna DAIŞ’ê, her çi qas hevdîtin bi dewletan re tên kirin jî, di fermiyetê de hîna jî ji bo nasîn û qebûlkirina herêmê tu gav nehatine avêtin.

Sedema neqebûlkirina statuya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye? Ji bo ku çareserî pêk bê divê çi were kirin? Gelo neqebûlkirina statuya herêmê çi bandorê li gef û êrîşên dewleta Tirk dike?

Me ev pirs ji endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl pirs kirin.

Dewleta Tirk her ku diçe gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Gelo armanca van gefan çi ye?

Dewleta Tirk ji destpêkê de jî naxwaze sîstema neteweya femokratîk xwe bi rêxistin bike. Ji bo vê jî ji destpêka şoreşê heya niha di aliyê ragihandin, dîplomasî, rêxistinî, aborî, leşkerî hwd. de li dijî me şer dike.

Piştî têkçûna DAIŞ’ê herêm ber bi statuyê ve diçe û hebûna wê wek realîteyekê li holê ye. Ev hebûn gav bi gav di asta navneteweyî de tê qebûlkirin. Dewleta Tirk vê tehemûl nake. Eşkere gotin; “Li Başûrê Kurdistanê, di wextê wê de me dengê xwe nekir, niha jî bû bela serê me û Kurdistan li wir çêbû. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em ji niha ve mudaxele bikin.” Tevî ku rewşa me ji ya Başûrê Kurdistanê cuda ye, van tiştan dibêjin.

Em naxwazin Sûriye parçe bibe, me tu carî negotiye ku ev rêveberiya ku çêbe tenê dê ya Kurdan be. Lê dewleta Tirk dîsa jî vê qebûl nake. Tişta balkêş; piştî têkbirina DAIŞ’ê dîtin ku têkilî di asta navneteweyî de bi pêş dikevin, serdanên şandeyên navneteweyî zêde dibin, dadgehkirina DAIŞ’ê her ku  diçe dikeve rojevê, dan û standinên fermî bi rêveberiya herêmê re bi pêş ketin, wê demê Erdogan gefên xwe zêdetir kirin.

‘Dewlet dê hewl bidin bazaran li ser herêmê bikin’

Gefên Erdogan cidî ne. Dewleta Tirk ne dûr e ku bi rejîma Sûriyê re îtîfaqê çêke. Ji bo ku Şam û Rûsya rê ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekin, dibe ku dewleta Tirk li Idlibê şer gur bike.

Rejîma Sûriyê û Rûsya li Idlibê xitimîne. Sedema vê xitimandinê jî piştgiriya dewleta Tirk a ji komên çete yên li Idlibê re ye. Heger Erdogan gavek paşde biavêje û ji bo Idlibê tiştan bide wan, dibe ku ew jî xwe bê deng bikin. Ev herêm ne di destê rejîmê de ye jî, di destê Rûsyayê de ye. Ji ber vê dê hewl bidin bazaran li ser herêmê bikin.

Ev herêma ku me bi xwîna şehîdan ji desthilatdariya DAIŞ’ê rizgar kir, îro Erdogan li hember wê gefan dixwe. Êdî parastina herêmê ne tenê erka gelê herêmê, erka hemû gelên cîhanê ye. Divê hemû kes bibêje ku herêma ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin em qebûl nakin dîsa bê dagirkirin.    

Çi astengî li pêş qebûlkirina statuya herêmê hene?

Astengiya herî mezin êrîş û gefên dewleta Tirk in. Her wiha hin jî bi rejîma Sûriyê re ji bo statuya herêmê tu îtîfaq çênebûne. Ji bo rewabûna herêmên me girîng e ku em rejîmê jî îqna bikin û hin belgeyan bi hev du re îmze bikin. Hêzên xwedî bandor di Sûriyê de jî hîna statuya herêmê qebûl nekirine. Hewldanên me ji bo qebûlkirina statuyê hene. Gel di asteke baş de xwedî li statuya herêmê derdikeve. Êdî pêwîst e gelê Sûriyê jî xwedî lê derkeve, hîn jî têkoşîna me berdewam dike. Hewldanên îtîfaqkirina rejîma Sûriyê û hêzên derve re hene, lê li pêşiya van wek asteng jî gef û êrîş hene. Ev gef û êrîş bandore li van xebatan dikin.

Qebûlkirina statuya herêmê dê çi bi xwe re bîne?

Wê gelek tiştên erênî ji bo herêmê bi xwe re bîne. Heger statuyek çêbe ev tê wateya qebûlkirina sîstema demokratîk, biratiya gelan, jiyana hevbeş, rêgirtina îhtîmalên şer li ser herêmê. Bi statuyê re maf û rewabûna gelê Kurd û hemû pêkhateyan wê bên qebûlkirin. Ev jî wê bibe bingehek ku di pêşerojê de Sûriyeke demokratîk were avakirin. Divê bê zanîn ku bi vî şeklî di Rojhilata Navîn de sîstemeke demokratîk tê avakirin. Projeya neteweya demokratîk êdî wê bibe projeyek ji tevahî gelan û welatan re. Qebûlkirina statuyê dê were wateya pênasekirina van deskeftiyan. Dewleta Tirk êdî nikare bi rehetî gef û êrîşên xwe pêk bîne.

Gelo ev qebûlkirin dê bandoreke çawa li rejîma Sûriyê û krîzên di herêmê de bike?

Bêguman qebûlkirina statuya herêmê dê bandoreke erênî li çareseriya krîza Sûriyê jî bike. Heger îtîfaqek çênebe wê demê dê destûreke demokratîk jî çênebe. Di asta navneteweyî de ambargo li ser Sûriyê heye û biryarên navneteweyî hene ku bi Sûriyê re dan û standin çênebin. Rast e di aliyê rêveberinê de rengekî xweser taybetmendiya herêmên me hene lê em nikarin herêmê ji rewşa Sûriyê giştî cuda bibînin. Heger di Sûriyê giştî de îtîfaq û destûrek çêbe, dê bandorê li herêmên me jî bike.     

Ji bo vê pêwîstiyên bên kirin çi ne?

Ya herî girîng birêxistinkirina gelê herêmê û rastiya gelê şoreşger e. Heger rêxistina me tune bûya berxwedana Kobanê, berwedan û vekirina korîdorê ji bo Şengalê, berxwedana Efrînê çênedibû. Heger Reqa, Dêrezor û herêmên din rizgar nebûna, tekiliyên me bi dewletên navneteweyî re çênedibûn. Gelê me, di qebûlkirina statuyê de û serkeftinê de xwedî roleke esas e. Bi birêxistinkirina xwe em ê statuya xwe jî bidin qebûlkirin. Ji bo parastina deskeftiyan xwedîderketin pêwîst  e. Xetere li ser statuya herêmê tevahî heye.

Di destpêka damezirandina komara Tirkiyê de, bi taybet di navbera salên 1924-1937’an de, ji bo mafdayîna Kurdan guftûgoyên wekî herêmeke xweser hebûn. Di wê demê de jî dewleta Tirk ev tişt qebûl nedikir. Gelo di wê demê de Kurdan li dijî wan şer dikir an jî rêxistinên ku dewleta Tirk niha bi nav dike li herêmê de hebûn? Tiştek wiha tune bû. Dewleta Tirk damezirandina xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiriye. Ji bo mîsogeriya xwe biparêze, li ser tunekirina Kurdan kiriye pîvanek.

Gelek hevdîtin bi dewletên navneteweyî re tên kirin, lê heya niha di aliyê qebûlkirina herêmê de tu gav neavêtine. Çima statuya vê herêmê nayê qebûlkirin?

Dewletên ku naxwazin vê sîstemê qebûl bikin, hesabên wan ên cuda hene. Ew dewlet Sûriyê wekî beriya şoreşê dinirxînin. Di fikrên wan de guhertina Sûriyê encax bi guhertina serokê rejîma Sûriyê re wê pêk were. Dewletên ku wiha difikirin ne xwediyê projeya demokratîk in. Tenê me projeya demokratîk bi pêş xistiye. Heta opozîsyona Sûriyê projeya demokratîk qebûl nake. Ew projeyên desthilatdariyê esas digirin. Gelek dewlet jî pêşketina vê sîstemê naxwazin, ji ber ku pêşketina vê sîstemê ji bo giştî Rojhilata Navîn wê bibe mînak. 

‘Xwediyê projeyê divê di çareseriya pirsgirêkên Sûriyê de cih bigirin’

Kilîta çareseriyê di qebûlkirina projeya neteweya demokratîk re derbas dibe. Ji bo çareserî û nivîsandina destûra Sûriyê, divê xwediyên projeyê di çareseriyê de cih bigirin. Eger bikarin di vê pêvajoyê de cih bigirin, wê demê em ê bikarin Sûriyeke demokratîk ava bikin.

ANHA


Mijarên Din