Aldar Xelîl: Hikumeta Başûrê Kurdistanê di nav avrêza şaştiyan de ye

Aldar Xelîl diyar kir ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di avrêza şaştiyan de ye û got: “Dihizrin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên parastinê yên Medyayê tenê şoreşgeran li çiyayên Kurdistanê dike hedef. Nahizirin ku êrîşên Tirkiyê li dijî gelê Başûr û hebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

Dagirkeriya Tirk di 27’ê Gulanê de carek din herêmên parastina rewa û herêmên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bi balafirên şer, topavêj û moşekan kirin hedef. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zirar gihiştin milkên sivîlan. Bi taybet li Xakûrk û Bradostê. Girêdayî mijarê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoratîk Aldar Xelîl destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya êrîşên xwe hazirtiya nexşerêya nû ku ji herêmê re tê amadekirin dike.

‘Hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike’

Xelîl destnîşan kir ku ji salan e nakokî li herêmê hene û wiha got: “Piraniya dewletên herêmên mîna Iraq, Sûriyê û hindek dewletên din ne ewle ne. Ji ber wê hinek dewlet hewl didin sûdê ji van nakokiyan bigirin û li gorî wê berjewendiyên xwe ava dikin. Di serî de Tirkiye. Tirkiyê destê xwe kir piraniya dewletên ku nakokî lê hene mîna Misir, Lîbya, Sûriye û niha hewl dide mudexeleya Iraqê bike. Bi taybet di hewldanekê de ye ji bo herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Xelîl destnîşan kir ku binpêkirinên Tirkiyê di çarçoveya amadekariyê wê de yên ji bo 2023`yan de ye û wiha pê de çû: “Dema bidawîbûna peymana Lozanê ye. Peymana ku Kurdistan di nava Tirkiye û hêzên cîhanî de dabeşî 4 parçeyan bû. Niha nexşerêyek nû ji herêmê re tê danîn. Tirkiye ji niha ve xwe amade dike. Di van demên dawîn de êrîşî Efrînê kir, hewl da Minbic û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û niha jî êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike."

Xelîl balkişand ku êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ne nû ne û wiha axivî: “Beriya referandoma herêma Başûrê Kurdistanê,  Erdogan beriya ku hikumeta Iraqê helwesta xwe ji referandomê diyar bike gef li herêmê xwar û artêşa xwe anî ser sînorên Başûrê Kurdistanê. Erdogan heta vê kêliyê bi hebûna Kurdan a  li Başûrê Kurdistanê îtîraf nekiriye. Her dem diyar dike ku di dema Seddam de şaştiyek kiriye û rê li pêşiya avakirina hebûnek Kurd li Başûrê Kurdistanê negirtiye."

 Aldar Xelîl destnîşan kir ku piştî raferandomê dagirkeriya Tirk êrîş bir ser herêma Başûrê Kurdistanê, ji lew ra hikumeta Bexdayê êrîşî Başûr kir.

Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di 25`ê Îlona 2017`an de li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê li rex herêmên bi nakok bi taybet Kerkûk û herêmên berfireh ji parêzgehên Musil, Diyala û Selahedînê re referandomek çêkir. Piştî raferandomê hikumeta Iraqê hêzên xwe danî Kerkûkê û tevahiya deriyên ser sînor di navbera herêma Başûrê Kurdistanê, Tirkiyê û Îranê tevî balafirgehan de, kontrol kirin.

Xelîl diyar kir ku dagirkeriya Tirk a bi hincetên cûda bargehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin û wiha berdewam kir: "Hemû û raya giştî ya cîhanî baş dizanin çima Erdogan bargehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê, Musil û Baişîqa çêkirin û çima Erdogan istixbarata xwe li piraniya herêmên Başûrê Kurdistanê belav kirin. Tirkiye bi gelek hincetan hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mîna Efrîn dagir kiriye tevî wê jî dixwaze bandorê li tevgera azadiyê bike. Wê zaîf bixe, ji ber ku tevgera azadiya Kurdistanê ji bo projeyek demokratîk li Rojhilata Navîn tê dikoşe.”

‘Hikumeta herêma Başurê Kurdistanê di avrêza şaştiyan de ye’

Girêdayî sedemên bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, Xelîl destnîşan kir ku hikumeta Iraqê heta niha di encama nakokiyên hundirîn de xwe ji gel Iraqê re isbat nekiriye. Xelîl got: “Herêma Kurdistanê jî di nav avrêza şaştiyan de ye. Ew dihizrin ku Tirkiye bi êrîşên xwe li dijî herêmên parastinê yê Medyayê tenê şoreşgeran li çiyayên Kurdistanê dike hedef. Nahizirin ku êrîşên Tirkiyê li dijî gelê Başûr, hebûna Kurd û Kurdistanê ye.”

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku têkiliyên aborî, siyasî û hwd di navbera hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de hene û got: "Ev nayê wê wateyê ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê helwestê ji êrîşên Tirkiyê nîşan nede. Bêndengiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ya li hember êrîşên Tirkiyê dê bandorekê li gelê Başûrê Kurdistanê û pêşeroja wê bike."

Xelîl anî ziman ku  gelê Başûrê Kurdistanê dê hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl neke wiha got: “Dê gel li hemberî wî bisekine. Mînaka vê yekê serhildana Şeladizê ye. Ev mafê rewa yê gel e, divê têbighêje ku hebûna dagirkeriya Tirk li Başûr metirsiya li ser gel e. Divê li hemberî wê serî hilde."

Aldar Xelîl bêdendiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: "Hikûmeta  herêma Başûrê Kurdistanê hîna li gorî lihevkirinên di serdema Seddam Husên de dimeşe û destûr dide Tirkiyê ku êrîşî Başûr bike û dagir bike."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demoratîk Aldar Xelîl li ser helwestên hin kesayet û hêzên Iraqî yên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê got, helwestên wan cihê rêzdariyê ye, lê têrê nake, divê helwest were rêxistinkirin û raya giştî ya cîhanê were tevgerkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din