Aldar Xelîl: Hemû derfet ji bo xurtkirina pergala parastinê ye

Aldar Xelîl destîşan kir ku hemû derfetên siyasî, aborî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xurtkirina pergala parastinê de têne bi karanîn û got: "Dewleta Tirk gefên cidî li Rêveberiya Xweser dixwe."

Endamê Desteya Rêveber  a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) geşdanên siyasî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo re nirxandin. Civîn li hola Roj bi beşdarbûna bi dehan kesî hate darxistin.

Aldar Xelîl diyar kir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî her êrîşên muhtemel pergala parastinê tê xurtkirin, QSD‘ê dê mîsyona xwe ya parastinê herêmê dewam bike.

Aldar Xelîl îşaret bi vê yekê kir ku projeya demokratîk a ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rihetiya dijminê gelan nehat, bi taybet dewletên netewperest û olperestî pejirandina da ku gelan lewaz bixin û di encamê de serweriya xwe ferz bikin.

Xelîl bal kişand ku gefên domdar ên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên tirsa van dewletan ji projeya demokratîk e.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku "Aliyê navê Opozisyona Sûriyê li xwe de fikrê îxwançî yê tundraw girtiye ya ku Tirkiyê desteka wê digire. Tirkiyê bi rêya opozîsyonê hewl dide fikrê nejadperest li ser gelê Sûriyê ferz bike. Rejîma Sûriyê jî hîna li gorî hişmendiya xwe ya kevin nêzîk dibe û guhertina ber bi demokrasiyê li Sûriyê red dike. Herdu alî sedema azarê gelê Sûriyê ne."

Tirkiyê li ser şerên derve dijî

Girêdayî gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk got: "Dewleta Tirk ji tevahiya aliyan ve di nav krîzên hundirîn de ye. Gef û şerên ku derdixîne tenê da ku xwe ji wan krîzan derkeve."

Aldar Xelîl tekez kir ku  rejîma Tirkiyê bi rêya dûrxistina hevşaredarên Bakurê Kurdistanê  ji karê wan xwest tola xwe ji gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê hilîne bi taybet piştî ku AKP`ê gelek şaredariyên mezin di hilbijartinên dawîn de winda kirin. Li aliyekî din jî di bikaranîna gelê Kurd de bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan têk çûye.

Divê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî veger Rojava

Xelîl balkişand ku hindek partiyên kurdî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in û got: "Ev yek cihê mixabiniyê ye, texmîn dikin ku eger Tirkiyê herêmê dagir bike dê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî wan bike. Divê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî sûd ji tecrubeya dagirkirina Efrînê bigire. Deriyê rêveberiyê ji vegera wan ji axa welêt re vekiriye."

Tevahiya derfet dikevin xizmeta xurtkirina pergala parastinê

Di civînê de beşdaran girêdayî amadebûna Rêveberiya Xweser di pêvajoya heyî de pirs kirin. Xelîl wiha bersîv da: "Tevahiya derfetên siyasî, aborî û civakê dikevin xizmeta xurtkirina hêzên leşkerî û pergala parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi taybet li gel ku dewleta Tirk gefên cidî li Rêveberiya Xweser dixwe."

Alda Xelîl destnîşan kir ku ew sûd ji tecrubeya şerê Efrînê girtine ji ber wê: "Pergala parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşxistin. Ji lew ra divê tevahiya pêkhateyên herêmê baş kar bikin û desteka hêzên leşkerî bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din