Aldar Xelîl: Divê gel tevahî enerjiya xwe li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê seferber bike

Aldar Xelîl teqez kir ku Erdogan di gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cidî ye. Her wiha wiha Xelîl îşaret pê kir ku pêwîst e gel xeteriya van gefan bizane û wiha got: "Divê gel hemû enerjiyên xwe ji aliyên çapemenî, rêxistin, parastin, dîplomasî û aborî li dijî gefên Erdogan serferber bike.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl di hevdîtina li gel ajansa ANHA’yê diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan gefên yekser li dijî mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û di çapemniyê de got ku “Dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binax bike” û wiha Xelîl domand: "Ev gef li gorî qanûn û mîsaqên navdewletî sûc in."

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civîna xwe ya bi serokê şaxên partiya AKP’ê re ya di 26’ê meha Tîrmehê li dar ketiye, gefên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin û wiha Erdogan got: "Yan dê binax bibin an jî bêrûmetkirin qebûl bikin."

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku kiryarên Erdogan li Efrînê kirine û hê jî dike diyarker in û gefên Erdogan ne rewa ne û wiha dewam kir: “Erdogan naxwaze pergala demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê û ne jî Rêveberiya Xweser bê avakirin. Tirkiyê bi her awayî xebatên derbkirina projeya demokratîk li herêmê dike. Şerê gelê herêmê bi hemû rêbazan ji destpêka şoreşê ve ji aliyên dîplomasî, rêxistinî, aborî, çapemenî, leşkerî, ...hwd, kir.”

Xelîl di axaftina xwe de da zanîn ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê erdnîgarî ve, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerî; rewşeke rasteqîn û civaka navdewletî êdî li Rêveberiya Xweser bi çavekî erênî yê ber bi itîrafkirinê ve temaşe dike û got: “ Li aliyekî din jî darizandina DAIŞ’ê êdî li ser asta herêm û cîhanê tê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de têkilî û dîplomasî di navbera Rêveberiy Xweser û civaka navdewletî de hene. Ev rastî, li kêrî Tirkiyê nayên û tehemûl nake. Ji lewre Erdogan gefan dixwe."

Xelîl destnîşan kir ku Erdogan di gefên xwe de bi cidî ye, di heman dema ku dibêje “Ez ê we binax bikim” Ev jî ne dûr e ku bi rejîm û Rûsyayê re li hev bike û Idlibê radestî rejîmê bike, lê bes şert e ku bihêle ew êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha domand: "Hemû dizanin ku rejîm û Rûsyayê tu pêşketin li Idlibê çênekirin. Ew jî ji ber piştevaniya Tirkiyê ya çeteyan e."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Xelîl wiha berdewam kir ku heta ku di navbera rejîm û Rûsyayê li hev kirin ji aliyekî ve û Tirkiyê ji aliyekî din ve der barê êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, tu tişt nayê guhartin û wiha Xelîl lê zêde kir: "Herêmên me ne di bin parastina rejîm û Rûsyayê de ne."

Aldar Xelîl got pêwîst e gel xeteriya gefxwarinên Erdogan der heqê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên ku bi xwîna hezar şehîdan  hatine rizgarkirin pêk tîne û wiha bi dawî kir: " Divê gel hemû enerjiyên xwe ji aliyên çapemenî, rêxistin, parastin, dîplomasî û aborî li dijî gefên Erdogan seferber bike.”

(fr) 

ANHA


Mijarên Din