Aldar Xelîl: Destkeftî, helwest û berxwedana me wan neçarî agirbestî kirin

Aldar Xelîl destnîşan kir ku gel di Berxwedana Rûmetê de berxwedanek bêhempa nîşan da ku dewletên komploger neçarî ragihandina agirbestê kirin. Xelîl got: " Vîna me heye û dê lihevkirinê binirxînin û li gorî berjewendiyên gel nêrîna xwe diyar bikin."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl beşdarî bernameya "Bûyer" bû ya li Ronahî Tv weşanê dike û behsa geşedanên dawîn kirin.

Aldar Xelîl di destpêkê de behsa bexwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Li gel astengiyên dijwar gelê me niha û piştî 15 rojan ji Berxwedana Rûmetê berxwedanek bêhempa nîşan dan. Ji ber ku gel qabûl nake bê maf bijî mîna ku berê li ser wî hatibû ferzkirin."

Xelîl wiha domand: "Li gel vê berxwedanê gelek komplo li dijî gelê me, berxwedana wê û li dijî Sûriyê bi giştî têne plankirin. Em di pêvajoyek çaranûsî û dijwar re derbas dibin. Lê gelek derfetên mezin hene. Dijminên mirovahiyê û azadiyê êrişî me dikin û pê re tiştên nû têne afirandin. Ne ji derfetên serkeftinê û mercên ku ji me re peyda bûn, dewletên ku li dijî me komplo plan kirine nediciviyan. Heger windahiyên wan çênebûbana nedicivîn ji bo ku êrişan rawestînin. Tişta ku ez dixwazim bêjim ew e ku dewletên ku plan dikirin û êrişî me kirin, niha dicivin. Eger em bi serneketina nediciviyan. Niha ew di nav aloziyê de ne û kaxezên wan tev lihev bûne."

Xelîl destnîşan kir ku di destpêka aloziyê de armanca her aliyekî hebû. Her kes ji wan dixwest bighêjin desthilatdariyê. Hinek ji wan dixwest ku baweriyên wan di serdestiya Sûriyê de bin. Hinek din jî dixwestin desthilatdariyê biparêzin û wiha pê de çû: "Lê ew hemû yên ku di 2011`an de bi hêz bûn. Niha tu hêza wan nemaye. Ne rejîma mîna berê maye û ne jî Îxwan Muslimîn mîna xwe maye. Heta artêşa azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê mîna berê nemane. Tecrubeya demokratîk ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye, ma û pêşket."

Aldar Xelîl got: "Bê guman xeteriyek heye. Berxwedana me niha li dijî wê xeteriyê ye. Lê destkeftiyên me hate rûniştandin, vîna me heye û nayê tunekirin. Dibe ku pirsgirêk û aloziyan li pêşiya me derkevin, lê nayê tunekirin."

Xelîl ev tişt diyar kirin: "Beriya demkê komîteya destûrî ava kirin. Derfet nedan me ji bo ku em tev lê bibin. Îro jî ji bo tunekirina me û ji bo ku destûrê mîna ku dixwazin deynin êriş me dikin."

Girêdayî helwestên derve Xelîl got: "Ji destkeftiyan ew e yek ji wan dewletên ku kom bûne û biryar dan êrişî te bikin, bibin dostê te. Ev tişt di dîrokê de pêk nehatiye. Ne jî bi rûdanek û pêşketinek besît e. Aliyê din jî Tirkiyê endamê NATO`yê ye, îro endamên NATO`yê li hev kom bûne û banga derxistina wê ji NATO`yê dikin, ev tişt teqez dike ku li ser erdê  em hêzek in."

Têkildarî hewldanên Erdogan ên girêdayî vê lihevkiriniê Xelîl ev tişt got: "Ew xeyal dikin, lê ev tişt nabe, hêremên me yên raste rast li ser sînor in, wê çawa me ji herêmên me derxînin, cîhan qirkirinê û guhertina demogarîk qebûl nake. Gelo ma ev ne bi xwe guhertineke demogarfîk e. Ya duduyan jî bi çi mafî wê me ji gund û bajarên me derxînin."

Aldar Xelîl ziman ku mîsyoneke dîrokî li ser milê Amerîka û Rûsyayê ne û wiha dom da axaftina xwe: "Herdu dewlet di cîhanê de bi bandor in, bi biryarek ji wan dikarin çarenûsa bi milyonan kes biguherin, ji ber vê yekê divê aliyekî erênî di vê mijarê de bin."

Xelîl lihevkirina Rûsya- Tirkiyê bi van gotinan nirxand: "Divê nêrîna me di vê lihevkirinê de bihata girtin, ji ber ku girêdayî me ye, dibe ku bendên vê lihevkirinê ji bo me baş be jî, lê divê nêrîna me di ber çavan re hatiba girtin, em ne bê îrade ne, ji ber vê yekê divê em vê lihevkirinê baş fam bikin û baş binirxînin, divê îradeya gelan esas were girtin."

Aldar Xelîl der barê têkiliyên wan ên heyî bi derve re got: "Li gel têkiliyên me yên bi rayedarên Amerîkî, têkiliyên me niha bi Rûsya re jî hene, ne tenê wisa, lê belê niha têkilî û nîqaşên me bi gelek welatên Ewropî û Erebî re ne. Pêşniyara me ya ji bo hemûyan ew e ku ji ber planên Erdogan ên di herêmê de trajîdiyên bi êş rû nedin."

Xelîl her wiha anî ziman "Ew hewl didin tiştên ku nikaribûn bi dest bixin bi van êrişan bi dest bixin, lê ya me nêrîn me heye û îradeya me heye, armana  me ya sereke berjewendiyên gel e."

Têkildarî derbasbûna hêzên navdewletî ji hêmên re Aldar Xelîl wiha domand: "Ji bo me derbasbûna hêzên navdewletî li ser sînor girîng e, ji ber ku Tirkiyê ewlehiya herêmê têk dibe û beşek ji aloziyê ye, lew re nabe ev herêm di bin çavdêriya wê de dibe. Yanî tişta ku dixwazin bêjin divê hêzên navdewletî ne ji dewletên ku beşek jî vê şerî bin. Ev daxwaz piştî ku em bi Tirkiyê re der barê sînor de negihiştin li hevkirinê, hat."

Xelîl daxuyakirin ku nêrîna wan ew e ku bi rejîma Şamê re lihevkirin pêk were û got: "Divê ev lihevkirin di pêvajoya aştiyê de û li ser esasê diyalogan pêk were. Divê pêşeroja herêmê ji her aliyan ve werin nîqaşkirin."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro her kes di berxwedanê de ye, bi têkoşîna hemû pêkhateyan îro projeya me ya netewa demokratîk tê sepandin, ji ber ku çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye."

(şx/bb)

ANHA


Mijarên Din