Al-Monîtor: Yê li Hewlêrê hatiye kuştin berpirsê MÎT'ê ye

Malpera Al- Monîtor a Amerîka têkildarî bûyera li Hewlêrê eşkere kir ku kesê  bi navê Osman Kose yê li Hewlêrê hatî kuştin berpirsek bilind ê MÎT'ê ye û bi navê dîplomat navê wî di lîsteya navên Wezareta Karê Derve de nîne.

Li Hewlêrê di 17'ê Tîrmehê de dema ku şandeyekî ya konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz hat gulebarankirin. Wê demê hate gotin ku di bûyerê de cîgirê serkonsolosê Tirk û 2 dîplomatên din hatin kuştin. Malpera Al- Monîtor li ser mijarê li ser navê Amberin Zaman nivîsek weşand.

Li gorî Al -Monîtorê di merasîna definkirina Osman Kose yê 37 salî ya li Enqereyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlut Çavuşoglu, Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan, Wezîrê Hundirin Silêman Soylu û Wezîrê Parastinê Hilusî Akar  amade bûn. Li gorî malperê ev nîşaneya wê ku kesê ku hatiye kuştin xwedî berpirsyartiyek bilind bû.

Al -Monîtor li ser zimanê çavkaniyê wiha tîne ziman;"Osman Kose endamê MÎT'ê bû. Berê li Îran ji bo MÎT'ê kar kiriye. Di nava 6 mehan de çend wezîfe li konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê girtiye.  Tenê bi nav dîplomat bû. Pile û wezîfeya wî li wezareta  derve nediyare. Ne cîgirê konsulê Tirk yê Hewlêrê bû. Karên taybet ji bo MÎT'ê kiriye."

Malpera Al -Monîtor bêyî ku nasnameya wan kesan eşkere bike wiha tîne ziman;"Osman Kose li xwaringehê li gel çend kesên ku peywendiya wan bi konsolosxaneyê ve nebûn rûniştîbû." Di raporê de ew kesane weke şirîkê bazirganiyê yên Kose tên bi nav kirin.

Di gotara Al -Manîtor de wiha qala planên Tirkiyeyê tê kirin;"Tirkiye li Başûrê Kurdistanê torekî îstîxbarekê bi rêve dibe. Bi awayekî sereke çavdêriya PKK'ê û komên nêzî wêne dike."


Mijarên Din