​​​​​​​Aktîfkirina rola jinan li gundên Tebqayê

Rêveberiya Jinan a Tebqayê semîrner, panel û bi dehan serdanên ji malan re pêk anîn lê dîsa jî rêveberî van çalakiyan kêm dibîne û çalakiyên aborî zêdetir derketin pêş. Rêveberiyê ji bo pêşketin û avakirina aboriya jinên li gundan gelek plan danîn.

Di çarçoveya stratejiya Rêveberiya Jinan a Herêma Tebqayê de, di serî de piştgiriyê dide jinên li gundan û di çarçoveya plana sêyemîn a rêveberiya Mensûra, Cirniyê û Boasî de xwe di nava meclisan de bi rêxistin bikin.

Di vê çarçoveyê de endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê û endama Navenda Lêkolînên Parastina Mafên Jinan Zehra Hemada ji ANHA’yê re diyar kir ku piştî wan di nava Rêveberiya Jinan de têgehên rastînî ji jinan re mîsoger kir, heta astekê rola wê di qadên leşkerî, ewlehiyê, saziyên civakî de geş kir.

Zehra Hemada wiha axivî: "Divê jinên herêmê asta kar û xebatên xwe yên li nava gundan zêdetir bikin, ji ber jinên li gundan zêdetir rastî tundiyê tên û bi kevneşopan re rû bi rû dimînin, ji ber vê di gelek qadan de dengê jinan tune ye, lewma bi rêya meclisan me hewl da jinên gundan beşdarî nava kar bibin û di çarçoveya xurtkirina rola jinên li gundan de beşdarî hemû qadan bin."

DEWREYÊN PERWERDEYÊ JI MECLISÊN JINAN RE HATIN VEKIRIN

Têkildarî planên ku rêveberiyê dest pê kirine, Zehra Hemada got rêveberiyê karê komîteyên lihevanînê û têkiliyan a meclisên gundan aktîf kir, ji ber ku di pêşxistina çalakiyên jinan de roleke sereke dilîze û pê re jî mekanîzmayeke aştiyane û li gorî pîvanên civakî diyar dike.

Plana duyem jî Rêveberiya Jinan bi rêya komîteyên perwerdeyê yên meclisên gundan û di çarçoveya qonaxa yekemîn a avakirinê de dewreyên fikrî vekirin, dewre deh rojan dewam kir û rojane 4 saet bûn. Jinan di perwerdeyê de waneyên bîrdozî, dîrokî, têkoşîna heta roja îro dide meşandin, standin, her wiha waneya awayê aktîfkirina rola xwe ya cografîk û birêxistinkirina têkiliyên malbatî jî stand.

Li ser esasê girîngiya avakirina kadroyên Rêveberiyê Jinan a li herêmê, berfirehkirina çalakiyên rêveberiyê yên di nava saziyên giştî yên li herêmê de, rêveberiyê di demên dawîn de dewreyên xwe zêdetir kirin û tê de rêveber û akademîsyen perwerde kirin.

Zehra Hemada bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta perwerdekirina jinan û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di pêvajoya salan de jin rastî helandin û paşguhkirinê hatin, ji ber vê yekê divê hunera rêveberiyê jinan bê naskin, her wiha girîngiya tevlêbûna ji standina biryar, diyarkirina plan û stratejiyan jî bê naskirin."

Beriya demekê Rêveberiya Jinan dewreyek bi navê Şehîd Adara Harûn a ku 17 rojan dewam kir, bi dawî kir, di dewreyê de 15 endam hebûn û ji hemû saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, meclis û Malên Jinan tev lê bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din