AKP ber bi têkçûnê ve diçe

Piştî gotegotên der barê îxrackirina Ahmet DavutDavutoglu û 3 endamên partiyê, AKP giraniya xwe winda dike û çavdêr dibînin ku kesên ji partiyê qut bûne, partiyê wekî ji cewherê xwe derketiye, dibînin.

Populeriya partiya Recep Tayyîp Erdogan AKP’ê roj bi roj kêm dibe, nîşana herî dawîn jî piştî gotegotên têkildarî derxistina serokwezîrê berê Ahmet DavutDavutoglu ji partiyê ye. Tê zanîn ku hevalên Ahmet DavutDavutoglu hewldana dûrxistina wî ji endamtiyê dikin.

SkyNewsê ragihand ku komîteya rêveber a partiyê daxwaz ji komîteya disîplînê kir ku DavutDavutoglu û 3 endamên rêveber ên din ji partiyê qut bikin û tê payîn ku di nava van rojan de biryara dawîn derkeve.

DavutDavutoglu ji kesayetên payebilind ên AKP’ê ye û gelek peywirên partiyê û hikumî wergirtine, di nav de wezîrê karên derve û serokwezîrî.

Di dawiya Nîsana borî de serokwezîrê Tirkiyê yê berê AKP`ê rexne kir û wiha anî ziman: "Ez bi fikar im.”

Çapemeniya Tirkiyê ragihand ku Davutoglu bi domdariya rexneya ji siyasetên partiyê û rêveberiya hikumetê ji aboriyê tê naskirin. Her wiha Davutoglu gelek caran Erdogan rexne kir.

Pel diweşin

Di demên dawîn de navên endamên ji AKP`ê îstîfa kirine, hatin diyarkirin. Di nav wan de Beşîr Atalay, Nîhat Ergun, Sadullah Ergîn in, her wiha di Tîrmeha borî de jî cîgirê serokwezîrê berê ji ber wesfa "nakokiyên kûr" ji partiya îstîfa kir.  

Tê payîn ku endamên ji partiyê îstîfa kirina, hewldana avakirina partiyeke nû dikin, ev piştî windakirina di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê di Hezîranê de pêk hat.

Her wiha çavdêr dibînin ku endamên ji AKP`ê îstîfa kirine, partiyê wek ji cewherê xwe derketibe dibînin, her wiha dibêjin ku di navbera rayedaran de nakokiyên kûr hene û balê dikişînin ser pêwîstiya çareseriyeke nû.

Têkildarî vê yekê nivîskar û çalakgerê siyasî yê Tirk Îslam Ozkan bi bîr xist ku îstîfakirina endamên payebilind ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û partiyê wî re, metirsî ye. Ozkan îşaret bi windakirina dengên AKP`ê di hilbijartinên Tirkiyê yên pêşerojê de kir.

Îslam ji SkyNewsê re wiha got: "Ev îstîfa ne ji nişka ve bû, lê ji beriya niha de dihat payîn, ji ber ku beriya 3 salan ve şerê li dijî Erdogan li dar bû.”

Nivîskar û çalakgerê Tirk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nakokiyên ku rû didin bi gotegotên avakirina partiyeke siyasî ya nû ji aliyê 2 rêveberên berê yên partiyê ve ye.”

(eh)

 

 


Mijarên Din