Akademiya Şehîd Akad dewreya sêyemîn a focan bi dawî kir

Akademiya Şeîhd Akad a Meclisa Leşkerî ya Suryan bi merasîmeke dewreya sêyemîn a focan bi dawî kir.

Li Akademiya Şehîd Akad a Meclisa Leşkerî ya Suryan dewreya sêyemîn a girêdayî foca Şehîd Ardexla bi merasîmekê bi dawî kir.

40 şervan tevlî dewreyê bibûn û waneyên leşkerî û bîrdozî dîtin.

Di merasîmê qedandina dewreyê de ku li qada akademiyê hatibû lidarxistin, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Suryan, Meclisa Leşkerî ya Hesekê, nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û partiyên siyasî amade bûn.

Di merasîmê de toraneke leşkerî hate lidarxistin û şervanên tevlî perwerdeyê bibûn sûnda leşkerî xwarin.

Di dawiya merasîmê de xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA


Mijarên Din