​​​​​​​Akademiya Civaka Demokratîk dewreyek bi dawî kir

Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Eyn Îsayê bi merasîmekê yekemîn dewreya perwerdeyê ji bo endamên komînên kampa koçberên Eyn Îsayê, bi dawî kir.

13 endamên komînên kampa koçberên Eyn Îsayê tev li dewreya bi navê Şehîd Diyar Girê Spî bûn. Dewreyê 9 rojan dom kir, tê de waneyên girêdayî dîroka Rojhilata Navîn û Rojava, şerê taybet, rêbaza xîtabê û dîroka jinan hatin dayîn.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de hevserokê kampê Ehmed Şêx û Fewaz El-Elî bi navê Komîteya Çand û Hunerê axivîn û endamên ku ji dewreyê derçûne, pîroz kirin û serkeftin ji wan re xwest. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şehîd Diyar Girê Spî ku navê wî li dewreyê hatibû kirin, di şerê rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

ANHA


Mijarên Din