Akad Reqa: Êrişa artêşa Tirk a dagirker berdewamiyya komkujiya Sêfo ye

Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî yê bajarê Reqyê Akad Reqa got: “Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya  projeyên Osmanî ne. Her wiha dirêjahiya komkujiya Sêfo ye  ku bi hezaran Suryan û Ermen hatin qetilkirin.”

Dewlet Tirk a dagirker bi desteka çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişên xwe  yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Tevahiya pêkhateyên herêmê di nav de gundên asurî yên girêdayî navçeya Til Temirê bi armanca guhertina demografiya herêmê, piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, dikin hedef.

Girêdayî mijarê fermendarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya bajarê Reqayê Akad Reqa behsa dîroka Osmaniyan kir û diyar kir ku dîroka Osmanî niha xwe li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dubare dike. Bi heman şêwaza hovane bi kar tîne şêniyên resen qir dike, axa wan desteser dike û çînên xwedî rêgeza xwîndar bi cih dike.

Akad got: "Artêşa Tirk a dagirker kesên xwedî dilên zaîf ji çeteyan û dizan kirîn, ji aliyê bîrdozî û leşkerî perwerde kirin û wan xepand ku dijminê wan ê tekane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Akad wiha domand: "Fetwa li wan kir ku her kesê li pêşiya xwe bibînin serjê bikin, biçûk berî mezin û jin berî mêr. Ev hema şêwaza komkujiya Sêfo ye ya ku dewleta Tirk bi rêya wê hewl da Suryanan bi temamî qir bike bi taybet zarokan ji bo ku mezin nebin û tola xwe hilîneynin."

Akad behsa Lîwa Skenderon kir  ku dewleta Tirk bi hincetên ne rast dagir kiriye û tev li axa xwe kiriye. Demografiya wê, zimanê dayîkê û tevahiya xuyangên wê ku nîşan didin axek sûrî ye guhert. Bûyerên ku di vê dawiyê de li Efrînê li ber çavên cîhanê ya ku bê deng maye bi heman hincet û şêwazî rû didin.

`Bûyerên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêktên, cihê şermê ye’

Akad ji helwesta dewletên cîhanê û konseya ewlekariyê ji komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî heqê sivîlan û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên ku di bin ala Tirkiyê de derbasî herêmê bûne, tevlihevî belav kirin û  şênî kuştin matmayî maye.

Akad wiha berdewam kir: "Tunekirina Hêzên Sûriye Demokratîk çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, li kêfa Tirkiyê nehat ji ber wê hewl dide careke din vejîne. Ji ber ku ew baştirîn xizmetkarê timayên Tirkiyê ye û ji bo wê jî afirandine. "

Her wiha Akad diyar kir ku kirinên dewleta Tirk bi desteka çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra berdewama komkujiya Sêfoyê ye ya ku pêşiyên wê yê Osmanî pêk anîne.

Di dawiyê de fermendarê Meclisa Leşkerî ya Suryan a Reqayê Akad Reqa rave kir ku ew  bi Hêzên Sûriye Demokratîk bawer û serfiraz e û wiha got: "QSD dikare destkeftiyên bi hezaran şehîdên xwe biparêze û wê di berxwedana li hember dagirkeran de û ji bo tunekirina wê hîna bide."

(şx)

ANHA


Mijarên Din