Ajokarên servîsan ji ber kêmbûna xizmetguzariyê bi gazinc in

Ajokarên servîsan ên geracên Xiwêran û Xezel ên bajarê Hesekê ji ber kêmbûna xizmetguzariyê bi gazinc in. Endamê rêveber ê Gerînendetiya Veguhastinê ya Kantona Hesekê Fewaz Mihemed Elî da zanîn ku ew li benda lêkolîna şaredariyê ne da ku dest bi sererastkirina geracan bikin.

Li bajarê Hesekê 3 geracên otobusan hene, geraca Til Hecer a li navçeya rojava, geraca Xiwêran li navçeya başûr û geraca Xezel li navçeya rojhilat.

Rewşa xizmetguzariyê li geraca Xiwêran û Xezel ne baş e. Di gerancan de xizmetguzariyên herî biçûk; rawestgehên şêniyan û cihê destavê tune ne.

Ajokarên servîsan ji ber kêmbûna xizmetguzariyê li geracan gazinan dikin û dixwazin ku rawestgeha ajokar û şêniyan hebe û cihên destavê bên çêkirin.

Ajokar Nûhî Esaf ku li ser xeta Hesekê-Besîrê dixebite û wiha axivî: "Em dixwazin gerac were zîftkirin û xizmetguzariyê ji ajokaran re pêşkêş bikin, li geracê cihê bêhnvedanê tune ye, em di her çûyînekê de hezar lîreyên Sûriyê didin, lê tevî wê yekê xizmetguzarî tune ye."

Her wiha ajokar Emdê El-Hevil destnîşan kir ku ew neçar dimînin ava vexwarin û bikaranînê bikirin, ji ber ku li geracê henef tune ne, her wiha cihê destavê û komkirina çopê jî tune ne.

El-Hevil daxwaza peydakirina xizmetguzariya girîng ji bo geracê kir, her wiha diyar kir ku divê gerac ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bê parastin.

Ajokarê bi navê Xesan Hesen Ebas ku li ser xeta Holê dixebite û ji geraca Xezelê derdikeve , wiha dibêje: "Tu cihên komkirina servîsan tune ne, em li kolanê li hev kom dibin, cihê bêhnvedanê tune ye, tevî ku em peran didin sendîkayê û geracê."

Der barê mijarê de, endamê Sendîkaya Ajokaran a Hesekê Ebdilhemîd Metrî der barê gazinên ajokaran û daxwazên wan de got Komîteya Şaredariyan û Gerînendetiya Veguhastinê berpirsyariya kêmbûna xizmetguzariyê radike û wiha got: "Me gelek caran gilîyên ajokaran rakirin şaredariyan û Komîteya Veguhastinê lê bê feyde bû."

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) me serdana Gerînendetiya Veguhastinê ya Kantona Hesekê kir da ku nêrînên wê girêdayê mijarê nas bikin.

Endamê Rêveberiya Gerînendetiya Veguhastinê ya Kantona Hesekê Fewaz Mihemed Elî da zanîn ku ajokarên servîsan pereyên ji bo sererastkirin û amadekirina geracan dikin, niha li gel wan pereyên 6 mehan hene û wiha got: "Em li benda lêkolîna beşa teknîkê ya Komîteya Şaredariyan in da ku dest bi projeya geraca Xiwêran bikin û xizmetguzariya wê ji hemû aliyan de bikin."

Elî xuya kir ku alîkariyeke mezin ji bo geraca Xezel pêwîst e û wiha got: "Me projeya geraca Holê radestî Desteya Şaredariyan kir, lê heta niha erêkirina projeyê nehatiye."

Der barê qutkirina hezar lîreyan ji ajokaran de, Elî wiha got: "Biryar ji Desteya Şaredariyan derketiye, lê me daxwaza rakirina vê biryarê kir."

Di dawiya axaftina xwe de Fewaz Mihemed Elî tekez kir ku wan ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwest parastina geracan bikin û dê di rojên pêş de hemû daxwazên ajokaran erê bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din