Ajokarên Dirbêsiyê dixwazin rêyên ku hatine paşguhkirin, werin sererastkirin

Ajokarên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji şaredariyê xwestin ku rêyên hatine paşguhkirin, bi taybet rêya diçe Hesekê sererast bike. Şaredariyê jî got, niha derfetên wan kêm in.

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê di destpêka meha Tebaxê de, di çarçoveya plansaziya ya salane de dest bi sererastkirin û qîrkirina rêyên sereke yên navçeyê kirin. Ji bo vê yekê 7 hezar metre kabik qîr veqetand.

Şaredariyê bi hevkariya şîrketa Sîpan a Ziftê ya li Til Temirê, heta niha ji sedî 70 projeya sererastkirinê pêk hatiye û rêyên sereke yên navçeyê û aliyê rojhilatê bi dawî kiriye û dest bi qîrkirina rêyên aliyê rojava kiriye.

Şêniyên navçeyê dixwazin ku rêya sereke ya diçe bajarê Hesekê û rêyên bi zirar ên li gundan werin sererastkirin.

Rêya giştî ya diçe bajarê Hesekê û gelek rêyên din ên li gundan ku pêwîstî bi sererastkirina wan heye ne di plansaziya şaredariyê ye.

Ajokarên navçeyê sererastkirina rêyan bi "Gaveke erênî" wesif dikin û xwestin ku rêya têketina navçeya heta çareserêya Ezîziyê ya diçe bajarê Hesekê werin sererastkirin.

Mihemed Silêman ku ajokariyê dike spasiya Şaredariya Gel kir û got: "Şaredariyê rêyên di navenda navçeyê de sererasat kirin, em dixwazin ku rêya diçe Hesekê jî were qîrkirin. Piraniya rêyên gundan jî ji ber baranê xurt ziyan ditîn, em dixwazin ew jî bêne sererastkirin."

Şêniyê bi navê Ebdulezîz Mihemed diyar kir ku şaredariyê giranî daye rêyên sereke yên navçeyê û rêyên şaxî paşguh kirine. "Mîna rêyên li taxên rojhilat û taxa Hidûd".

Rêveberê Beşê Fenî yê Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê Zêdan Nûh li ser mijarê got: "7 hezar metre kabik qîr ji bo sererastkirina rêyên navçeyê hate veqetandin, heta niha ji sedî 70 projeya qîrkirinê pêk hatiye. Beriya çend rojan me dest bi sererastkirina rêyên li taxên rojava kiriye."

Têkildarî daxwazên şêniyan Zêdan Nûh got: “Em li gorî derfetên heyî rêyan diyar dikin. Derfetên me niha kêm in ku rêya Hesekê zift bikin. Lê dê cihên ziyan dîtine sererast bikin.

Nûh got: "Em azarên şêniyên gundan dizanîn, li derfetên kêm in ku rêyên wir werin sererastkirin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din