​​​​​​​Ajokar: Êrişî me dikin, em dixwazin rêya M4 ewle bibe

Ajokarên ku rêya M4 bi kar tînin, metirsiyên xwe yên ji êrişên ji nuqteyên nêzî rê yên dewleta Tirk a dagirker anîn ser ziman. Ajokaran bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku van êrişan rawestînin û rê ewle bikin.

Rêyê M4 ji rêyên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku herêmên bakurê rojhilat bi herêmên rojava û hundirê Sûriyê ve girê dide.

Ji destpêka êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9’ê Cotmeha sala borî de û piştî dagirkirina bajarên Serkaniyê û Girê Spî, êrişên dewleta Tirk li dijî vê rêyê zêde bûn. Sivîl jî her tim û bi awayekî yekser ji hêla nuqteyên dewleta Tirk yên nêzî rê ve, tên hedefgirtin tevî ku Rûsyayê garantî dabû ku ev rê ewle ye.

Piştî 7 mehan, rêya M4 a li beramberî herêmên Serkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, di 25’ê Gulanê de bi mîsogeriya Rûsya, bi rêya meşandina  dewriyeyên Rûsyayê bi erebeyên sivîlan re, hate vekirin.

Tevî ku hate ragihandin ev rê ewle ye, lê sivîlên ku tê re derbas dibin rastî êrişên segvanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

Ajokarê bi navê Ezîz Mihemed ê ji Kobanê metirsiya xwe ji bikaranîna rê nîşan da, ji ber ku gelek caran rastî ji hêla segvanên artêşa Tirk a dagirker ve yên li nuqteyên nêzî rê hatiye hedefgitin. Bi taybetî li herêmên di navbera Celebiya û Eyn Îsayê de li nêzî gundê Hoşan. Ji ber wê di wê herêmê de bi lez erebeya xwe diajo. Mihemed got: “Ez ji bêdengiya Rûsyayê ya li hember van êrişên li dijî sivîlan ecêb mame, tevî ku Rûsya di demek berê de ragihandibû ku rê ewle ye.”

Ajokarê bi navê Osman Îsmaîl got: “Beriya dagirkirina herêmê ew bi rihetî li ser wê rêyê re diçûn û dihatin. Lê niha metirsiyeke mezin ji çûndina li ser wê rêyê re heye. Bi taybatî jî piştî ku du kes di vê mehê de ji hêla segvanên dewleta Tirk ve birîndar bûn.”

Di vê mehê de du sivîl li ser rêya navdewletî ji ber hedefgirtina yekser ya ji hêla segvanên dewleta Tirk ve yên ku li beramberî gundê Hoşanê yê nêzî rêya M4 bi cih bûne, birîndar bûn.

Der barê dewriyeyên Rûsyayê de Osman got: “Dewriye ji bo parastina vê rêyê ne bes in. Ji ber ku piştî dewriye derbas dibin, rê tê hedefgirtin. Ji ber vê yekê divê nuqteyên çavdêriyê yên domdar werin avakirin.”

Di dawiyê de her du ajokaran bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bigirin û piştrast kir ku eger ev yek bê paşguhkirin, rê wê her tim rastî êrişên dagirkeran were.

ANHA


Mijarên Din