Ahmet Turk: Siyaseta dewleta Tirk xitimiye

Ahmet Turk got: “Siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin, xitimiye. Ez bawer dikim ku gel di demeke nêz de dê vê siyasetê biguherîne.”

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê di 19'ê Tebaxê de qeyûm li şûna şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê tayîn kirin. Li dijî qeyûman, gel helwesta xwe diyar kir û her roj li qadan di çalakiyan de ne. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk têkildarî dagirkirina şaredariyên gel û tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredaran û gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Ahmet Turk anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze siyasetmedarên Kurd û xebata gelê Kurd bê deng bihêle û got: “Em ji bo jiyaneke azad, demokratîk, biratiya gelan dixebitin. Lê ev siyaseta ku îro tê meşandin, dixwazin pê di nav gelan de aloziyê derxin. Gelê Tirk jî li ser neteweperestiyê perwerde dikin. Her ku diçe polîtîkayên dijminatiyê di navbera gelê Kurd û Tirk de didin meşandin. Tayînkirina qeyûman jî encama van polîtîkayan e.”  

‘Bi tayînkirina qeyûman re, dijberiya aştiyê dubarê eşkere bû’

Turk bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ji bo aştî, jiyaneke hevpar û biratiya gelan birêz Ocalan xebateke gelekî hêja dide meşandin. Lê dewleta Tirk naxwaze ku pirsgirêka gelê Kurd bi aştiyê çareser bibe. Bi vê biryarê re dewleta Tirk şer, alozî û astengî li pêşiya gelan derdixe. Her wiha ev hikumet nikarê bi vî awayî li ser lingan bimîne.”

Turk siyaseta dewleta Tirk di hundir û derve de nirxand û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk di hundirê Tirkiyê û di derve de gelek di nav zehmetiyan de derbas dibe. Her kes dizane ku dewleta Tirk hiqûq, edalet û demokrasî li aliyekî hiştiye. Siyaseta ku tê meşandin, hemû cîhan dizane. Lê heqîqetek heye ku têkiliyên dewletan li ser berjewendiyan hatiye avakirin.”

Turk ji bo gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman ku nikarin wan gefan bi cih bîne û got: “Dewleta Tirk şev û roj gelek tişt gotin û ew tiştên ku gotin jî nikare bi cih bîne. Lê bi gefan dixwazin gelê xwe îqna bike ku gelekî bi hêz e û dikarin her tiştî bikin. Siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne nikare bêyî Amerîka, Rûsya û Îranê gavan biavêje. Ji bo siyaseta hundirê Tirkiyê rojane gefan tînin rojevê. Heger dewleta Tirk gelê Kurd hembêz kiriba îro di Rojhilata Navîn de dê hêzeke gelekî mezin baya. Lê dewleta Tirk gelê Kurd  ji xwe re wek xetereyeke potansiyel dibîne.  Bi wan gefan dixwazin tifaqa di navbera gelê Kurd û Tirk de roj bi roj xerab bike û gelan bîne hemberî hev. Bi wî awayî dewleta Tirk îqtîdar û siyaseta xwe dimeşîne.”

‘Di demeke nêz de gel wê ji siyaseta dewleta Tirk xilas bibe’

Ji bo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî tayînkirina qeyûman, Ahmet Turk destnîşan kir ku gel ji tayînkirina qeyûman ne razî ye û wiha domand: “Dewleta Tirk bi polîs û siyaseta ku dimeşîne, naxwaze partî û gel bigihîjin hev, bi her awayî mudaxeleyên gelekî mezin dikin. Ji aliyê gelê Tirk ve jî siyaseta îqtîdarê tê rexnekirin. Îqtîdar êdî nikare siyaseta xapandina gel bide meşandin û dawiya wê siyasetê tê. Siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin, xitimiye. Ez bawer im ku gel wê di demek nêz de wê siyasetê biguherîne û wê ji vê siyasetê xilas bibe.”

ANHA 


Mijarên Din