Agirbest ber bi têkçûnê ve diçe

Herêmên qaşo bêçek piştî zêdetirî 2 rojan ji agirbestê, hêj qada operasyonan in ku di  navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de pêk tên.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê kuştina 2 leşkerên hêzên rejîmê li hundirê herêma qaşo bêçek belge kir. Tê zanîn ku her du leşkerên rejîmê, di encama armanckirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de hatine kuştin.

Navenda çavdêriyê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam tanka hêzên rejîmê li eniya El-Cibênê ya li bakurê bejahiya Hemayê, bi moşeka Mocê kir aramc. Di encamê de tank hate rûxandin û ajokarê wê jî hate kuştin. Di heman demê de leşkerekî hêzên rejîmê li eniya El-Hakora ya rojavayê bejahiya Hemayê bi çeka segvaniyê hate kuştin.

Li eniyên bejahiya Hemayê ya bakur û rojhilatê Idlibê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin topbarankirin, di heman demê de komên çete bargehên rejîmê yên li Sehil Xab û bejahiya başûrê Idlibê û taxa Nîl a bajarê  Helenê ya di bin serweriya rejîma Sûriyê de kir armanca xwe û di encamê de birîndar çêbûn.

Çavdêr dibînin ku agirbest zêde direj nake, ji ber ku rejîm bi israr e ku herêmên di bin serweriya çeteyan û Heyet Tehrîr El-Şam de vegerîne. Tehrîr El-Şam jî gef xwar û got ger herêmên di bin serweriya wê de rastî topbaranê werin, ew ê hevpeymanê binpê bike.

 (eh)

 


Mijarên Din