Îro di saetên piştî nîvro de agir bi studyoya Stêrk TV û Çira TV ya li Qamişloyê ket. Di demeke kurt de erebeyên agirkujiyê gihaştin cihê şewatê û agir vemirand.
Li gorî agahiyên ku yek ji rêveberên Stêrk TV dane nûçegihanê me, agir ji ber temasa kabloyên kehrebeyê derketiye û di encamê de zirarên madî çêbûne.
ANHA