Adil Ebdulmehdî: Hin alî dixwazin xwepêşandanan ji bo hilweşandina dewletê bi kar bînin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got daxwazên xwepêşandêran rewa ne û dê hewl bidin pirsgirêkên malî, siyasî û civakî çareser bikin. Ebdulmehdî diyar kir ku hinek derdor dixwazin xwepêşandêran ji bo hilweşandina dewletê bi kar bînin.

Adil Ebdulmehdî li ser xwepêşandanên ku ev çend roj e li bajarên cuda yên Iraqê çêdibin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Ebduhmedî destnîşan kir ku divê îro qedexeya hatin û çûna di navbera bajaran de bê rakirin û got:  “Em dixwazin li Iraqê pergala demokrasiyê biparêzin. Em di navbera du vebijêrkan de ne, yan ew ê pergala dewletê bidomînin, yan jî wê dewlet hilweşe. Nabe em rê bidin ku ew kesên dewlet milîtarîze kiribûn careke din vegerin ser desthilatê.”

Adil Ebdulmehdî anî ziman ku ew dixwazin pêşî li gendeliyê bigirin û wiha pê de çû: “Me di vê rêyê de gav avêtine, lê ev gav di asta daxwaza gelê me de nîn in. Me niha dest pê kiriye ku erd bêyî pere bidin welatiyên ku pêwîstiya wan pê heye.”

Ebdulmehdî bang li xwepêşandêran jî kir û got: “Nerazîbûn û daxwazên we rewa ne. Me di destpêkê de jî gotiye, emê pirsgirêkên darayî, siyasî û civakî çareser bikin. Em ê projeyê pêşkêşî parlamentoyê bikin da ku meaşan bidin kesên feqîr û tu kes di asta hejariyê de nemîne, bi keramet bijî. Bi vî rengî em ê edaleta civakî pêk bînin.”

Ebdulmehdî xwest ku jiyan vegere rewşa asayî û li hemû parêzgehan rêzdarî ji bo serweriya yasayî bê nîşandan. Ebdulmehdî got ew gendelkaran û kesên niyeta wan nebaş efû nakin û wiha dom kir: “Hinek alî dixwazin xwepêşandêran ji bo hilweşandina dewletê bi kar bînin. Ev niyet di dirûşmên hinek xwepêşandêran de derdikeve hole.”

Ebdulmedî ji parlamentoyê jî xwest ku kabîneya encûmena wezîran jî bê temamkirin.


Mijarên Din