NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Serêkaniyê şer giran e

Aboriya taxa Şêxmeqsûd geş dibe

Di encamên şerên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê rû dabûn de warê aboriyê li taxê paşde çûbû. Lê piştî vegera ewlehiyê gelek kargeh hatin vekirin ku asta aboriya taxê pêş xist û derfetên kar ji welatiyan re peyda kirin.

Ji ber şer û êrîşên komên çete yên girêdayê dewleta Tirk ên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê, kargehe hatinbû girtin û hejmarek mezin a xwendiyên kargehan ji taxê derketin, di encamê de aboriya taxa paş ketibû.

Bi rizgarkirina taxê û vegera şêniyan re warê aborî bi awayekî balkêş pêş ket. Ev pêşketin bi vekirina kargehan re zêde bû. Di heman demê de derfetên kar ji welatiyan re peyda bû.

Hejmara kargeh û karkeran li taxê duqat bûye

Piştî ewlehî vegeriya taxê xwediyên kargehan ji nûve kargehên xwe vegerin. Di vê çarçoveyê de bi sedan kargeh hatin vekirin.

Berhemkar û xwediyên pîşeyan careke din kargehên xwe di taxê de vekirin. Her wiha bi sedan kargeh di warên cuda de vebûn.

Niha di nav taxê de 5 kargehên ambelaj û çêkirina kemera pantelonan, 31 kargehên  birîn û nexşekirinê, 30 kargehên mekhetê û çapkirina wêneyan li ser cilan, 10 kargehên firotina û 26 kargehên çêkirina pêlavan û çanteyan.

Bi vegera zêde ya karkeran re hejmara kargehan zêde bûn. Li ser vê yekê hejmara kargehan derket 376‘an, di van kargehan de 5 hezar karker dixebitin, jê hezar jin in.

Rola Yekitiya Berhemkaran di birêxistinkirina kargehan de

Yekitiya Berhemkaran a Helebê ji 9 endaman û sê buroyan (Darayî, têkilî û lihevanînê )pêk tê. Piştî zêdebûna hejmara kargehan Yekitiya Berhemkaran bi rêya dayîna ruxsetan, hêsankirina derxistina kelûpelan ji derveyê taxê re û çareserkirina pirsgirêkan dest bi rêxistinkirina karê xwe kir. Her wiha yekitiyê girêdayî girîngiya pêşketina aboriya taxê û vedîtina rêbazên pêşxistina aboriya taxê civînan li dar dixe.

Ji ber kalîtebûna kelûpelan, ji parêzgehan û dewletên cîran re têne şandin

Hebûna karkerên xwedî tecrube û pispor, daxwazên li ser hilberînên kargehên taxê zêde kirin. Ji ber wê kelûpelên cilan û pêlavan ji parêzgehên din re û dewletên cîran mîna Lubnan re têne derxistin. Ev gav rolek di vejandina aboriya taxê de û peydakirina derfetên kar ji şêniyên taxê re dilîze.

Endamê rêveber ê Yekitiya Berhemkaran a Helebê Ebdulrehman Osman destnîşan kir ku piştî vegere ewlehiyê gelek kargeha têne vekirin. Ev jî nîşaneyên erênî ne û dikevin xizmeta pêşketina aborî.

Osman diyar kir ku Yekîtiya Berhemkaran erka rêxistinkirin berhemkaran, kargehan û derxistina kelûpelan ji derve re girtiye ser xwe. Osman bang li tevahiya berhemkarên derveyî taxê kir ku vegerin taxê da ku pêşketinek aborî bêtir pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din