Serokê desthilata neteweyî ya serbixwe ya hilbijartinan Mihemed Şerfî got Tebon deng bi rêjeya ji sedî 58,15 wergirt.
Tebon 4 milyon û 945 hezar û 116 deng di hilbijartinan de wergirtin. Ev encamên hilbijartinan li gorî berjewendiya Tebon in, bêyî pêdiviya wî bi dewreya duyemîn hebe.
Şerfî got hejmara welatiyên ku beşdarî dengdayînê bûne, 24 milyon û 474 hezar û 161 e, jê jî 914 hezar û 308 ji welatiyên li derve ne.
Rêjeya dengdayînê ya li hundirê welat ji sedî 41,13 e anku li gorî 9 milyon û 747 hezar beşdar bûn. Her wiha bi giştî rêjeya beşdaran ji sedî 39,83 e.
(fr)