Abdullah Gul: Derfetên ji Erdogan re hatin dayîn parlamento lawaz kir

Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul tekez kir ku îslama siyasî li cîhanê hilweşiya û partiya AKP`ê ji rêya xwe dûr çûye. Her wiha destnîşan kir ku dayîna erkên berfireh ji Erdogan re parlamento lawaz kir.

Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul ji rojnameya Karar a Tirkiyê re got îslama siyasî li tevahî cîhanê hilweşiyaye.

Gul got AKP di serdema wî de di sala 2002`yan de mînak bû, AKP`ê li ser esasê pîvanên aqil serwerî dikir û wiha axivî: "AKP`ê di serdema xwe ya destpêkê de ji cîhana îslamî û heta ji tevgerên îslamî re çavkaniya îlhamê bû. Lê rewş hat guhertin, ji ber ku partî dûrî rêya xwe ya demokratîk çû."

Gul destnîşan kir ku guhertina sîstema Tirkiyê û dayîna derfetên berfireh ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li gorî sererastkirina destûrê li ser hesabê parlamenterî û hikûmeta parlamentoyê bi awayekî mezin lawaz kir û tenê di aliyê şeklî de hişt.

Girêdayî rewşa Idlibê jî Gul diyar kir ku nabe ku şer bi Sûriyê re were kirin.

Her wiha diyar kir ku nêrîna tevahî cîhanê der barê Sûriyê de ji destpêkê de şaş e. Her wiha Gul peymana S-400’an a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de red dike.


Mijarên Din