86 hezar zarok ji xwendinê bê par man û 22 zarok jî ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Kodo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker 22 zarok kuştin û 86 hezar zarok ji perwerdeyê mehrûm hiştin.  Her wiha 810 dibistanan deriyên xwe girtin di nav de 20 dibistan ji ber êrîşên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bi temamî wêran bûn.

Artêşa Tirk a dagirker tevî ragihandina agirbestê ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî Serêkaniyê, Eyn Îsa û Girê Spî dike.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de cihên giştî, nexweşxane, dibistan, firin û mal kirin hedef. Di encamê de zêdetirî 200 hezar sivîl ji herêmên ku dewleta Tirk êrîşî kirinê koçber bûn.

Girêdayî hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dibistan û kuştina sivîlan hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê  ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Dogo ji ajansa me re axivîn.

Kewser Dogo di destpêkê de got: “Wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur  û Rojhilatê Sûriyê em rewşa xwendekaran û perwerdeyê bi taybet dişopînin. Her wiha hewl didin jiyana xwendekar û kadroyên perwerdeyê biparêzin. Karê zêdetirî 5 hezar mamoste ji ber êrîşan rawestiye û zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm mane. Piraniya xwendekaran tevî malbatên xwe ji herêmên xwe koçber bûne.”

 Li gorî agahiyên ku Desteya Tenduristiyê belge kirine heta niha ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, zêdetirî 22 zarok jiyana xwe ji dest dane. Tevî bi dehan birîndar bûn û astengdar bûn.

Kewser teqez kir ku 20 dibistan li Serêkaniyê bi bomebebaran balafiran û topavêjên artêşa Tirk a dagirker wêran bûne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber xeteriya rewşa mirovî li Serêkaniyê nikarin navên dibistanên ku heta niha wêran bûne belge bikin.

Ji aliyekî din ve Kewser bang li tevahiya saziyên navdewletî bi taybet saziyên têkildarî mafên mirovan kir ku hewl bidin êrîşan rawestînin.

Di dawiyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Dogo got: “Sala xwendinê ya nû ji mehekê ve destpê kiriye. Li şûna ku xwendekar li ser daniştokên xwendinê bin. Ew niha têne kuştin û koçberkirin. Tecrubeya Efrînê li ber çavan e, dewleta Tirk herêmê bi rêya perwerdeyê asîmle dike. Dewleta Tirk ji êrîşên xwe armanc dike tiştên ku Efrînê, li herêma ku dagir dike pêk bîne.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din