7 wezîrên din ên kabîneya Kazimî hatin diyarkirin

Parlamentoya Iraqê deng bi 7 namzetên wezîran ên kabîneya Mistefa El-Kazimî da. Bi yekê re kabîneya Kazimî temam bû.

Îro parlementoya Iraqê bi serokatiya Mihemed El- Helbûsî û amadebûna 247 parlementeran ve rûniştina xwe ya asayî pêk anî.

Parlemana Iraqê di rûniştina xwe de ji bo wan wezîran dengê erê da:

Wezîrê Petrolê: Ebdulcebar Îsmaîl

Wezîrê Karên derve: Fuad Mihemed Husên

Wezîrê Koç û Koçberan: Îvan Fayiq Yeqûb

Wezîrê Bazirganiyê: Ela Ehmed Hesen

Wezîrê Çandiniyê: Mihemed Kerîm Casim Salih

Wezîrê Dadê: Salar Ebdulsetar Mihemed Husên

Wezîrê Seyran, Rewşenbîrî û Cih û War: Hesen Nazim Ebdulhemadî

El- Kazimî li ser bi peyamekê spasiya parlamentoyê kir ku dubare bawerî dayê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El- Kazimî di twittra xwe de diyar kir ku ji bo pêkanîna bernameya hikûmetê pêngaveke başe û dilsoziya xwe ya bi gelê Iraqê re dubare kir.


Mijarên Din