7 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgehê revîn

7 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeheke navçeya Holê ya rojhilata Hesekê reviyan. Hêzên QSD`ê 4 ji wan dîsa girtin û lêgerîna ji bo çeteyên din jî berdewam e.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku duh 7 çeteyên DAIŞ`ê derdora saet 02:00’yan piştî nîvê şevê ji girtîgeheke navçeye Holê ya li rojhilata Hesekê reviyan.

Çavkanî  daxuyand ku QSD’ê 4 çete dîsa girtin û ji bo girtina 3 çeteyên din hêzên wan lêgerîna xwe didomînin.

Hate zanîn ku çeteyên reviyane, ji Sûriyê ne.

(ekîb)


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin