6‘emîn Mîhrecana Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir

6‘emîn Mîhrecana Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 18 kurteçîrokên Kurdî li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

6‘emîn Mîhrecana Kurteçîrokên Kurdî ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya hatiye organîzekirin li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dest pê kir. 17 nivîskar ji Rojava û yek ji Rojhilatê Kurdistanê bi kurteçîrokan beşdarî mîhrecanê bûne.

Di çalakiya roja yekemîn de endamên Yekitiya Nivisîkarên Kurd- Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, nûnerên partiyên siyasî, oldar, nivîskar û helbestvan amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriya Dîlawer Zinkî bi xêrhatina beşdaran kir û got:" Ji sala 2014‘an ve an ku piştî damezirandina yekîtiyê bi salekî em mîhrecana kurteçîrokên Kurdî birêxistin dikin. Wekî yekîtî me biryar dan ku di salê de rojekê ji bo vejandina kurteçîrokên Kurdî veqetînin, li ser vê yekê ev mîrhrecan tê lidarxistin."

Zinkî got, ya balkêş di vî mîhrecanê de ew e ku ciwanên nû û pênûsên nû beşdar bûne, ev jî cihê serferaziyê ye.

Di çalakiyê de 5 kurteçîrok hatin xwendin.

Tê payîn ku mîhrecan dê 4 rojan berdewam bike û dê roja dawî de xelat bêne dayîn.

ANHA


Mijarên Din