6 endamên hêzên hikumeta Şamê li bejahiyên Dêrazorê hatin kuştin

SOHR’ê daxuyand ku 6 endamên hêzên hikumeta Şamê bi kêran bi destê çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê hatin kuştin.

Hêzên hikumetê 6 cenazeyên endamên wê li herêma Biir Ebû Heyaya ya li bejahiya Meyadîn a li rojhilatê Dêrazorê dîtin. Her wiha li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ew 6 endam bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi kêran hatine qetilkirin.

Hejmara ziyanên mirovî yên hêzên hikumetê ji dema 24’yê Adara borî ya 2019’an û heta roja îro, 721 kuştî ne. Ji wan jî 2 rûsî ne û 140 ji komên alîgirên Îranê ne. Her wiha ev tevahî di êriş, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ’ê yên li rojavayê Firatê, bejahiya Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêdayê de hatin kuştin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din