58 rêxistinên jinan bangaweziya rawestandina sûcên dewleta Tirk kir

58 rêxistinên jinan, hiqûqî, tenduristî, çandî û çalakvan ji cîhanê bangawaziya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji sekreterê giştî yê NY’yê û rêxistinên jinan ên girêdayî rawestandina sûcên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê îmze kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 26`ê Hezîranê de bangawaziyek ji sekreterê giştî yê NY'yê Antonio Guterres, endamên Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê, endamên nivîsgeha jinan a NY, serokê komîteya lêpirsînê ya taybet a Sûriyê Paulo Pinero, mudîra rêveber a desteya NY`yê Fumzili Malampo Nguca, serokê Kombûna Dewletên Ereb Ehmed Ebû El-Xêz û rêxistinên hiqûqî re şand.

Rêxistinan di bangewaziyê de êrişên dewleta Tirk û dagirkirina herêmên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Efrînê bi bîr xistin. Navaroka wê wiha ye: “Sê sal e Efrîn ji sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li ser astên leşkerî, çandî û aborî bi rêya komên çekdar ên girêdayî wê bi navên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê azar û zehmetiyan dikişîne. Ev kom tevahiya cureyên sûcan li dijî sivîlan pêk tînin ji kuştin, revandin, destavêtin û girtinê bi armanca ku şêniyên resen ên mayî bidin koçberkirin pêk tînin. Her wiha ji bo ku plana xwe ya ku guhertina demografiya herêmê û çewisandina nasnameya wê armanc dike temam bike.”

58 rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hiqûqî, partiyên siyasî, çalakvan û rewşenbîrên jin ên cîhanê bangewazî îmze kir.

ARMANCÊN HEMLEYA ÎMZEYÊ

Ji bo naskirina armancê hemleyê Koordînatora Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Hisên ji ANHA`yê re axivî û got hemle piştî bûyerên dawîn ku di navbera koma El-Hemzat û çekdarên Xûta de li Efrînê rûdane ku di encamê de girtina 11 jin piraniya wan Kurd in û îşkencekirina wan eşkere bû, hat.

Bêrîvan wiha domand: “Bûyerên li Efrînê rû dane, xelekek ji rêzefîlma hedefgirina artêşa Tirk a dagirker jinan li Efrînê û bajarên din ên dagirkirî ye. da ku vîna wê bişkîne, mirovahî û hebûna wê îhanet bike.”

Bêrîvan destnîşan kir ku hemle 10 rojan dom kir û ji hêla rêxistinên jinan ve li dora cîhanê yên ku sûcên Tirkiyê li dijî jinan û zarokan red dikin, rastî bersîvdayînek mezin hat.

Di dawiyê de Bêrîvan got: “Wek rêxistinên jinan ji erka maye ku em piştgiriya xebatên jinê yên dagirtî û destpêkirina wê ya xurt bikin. Ji terora fikrî û bedenî biparêzin. Jin pêşengiya şerê fikrê tarî ya wêrankirî kir û tevahiya mirovahiyê parast.“

NAVÊN KES Û SAZIYÊN KU BANGEWAZÎ ÎMZE KIRIYE

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Sûriyê  Weqfa Newroz a Çandî û Civakî-Lubnan Rêxistina Çalakiya Ciwanan YAO-Iraq Neworz a Çandî-Lubnan Desteya Jinan a Yekitiya Suryan-Lubnan.  Kombûna Jinan a Demokratîk a Lubnanê  Navenda Arîdo ya Civaka Sivîl û Demokratîk-Sûriyê  Kongreya Star-Sûriyê Rêxistina Îma ya Geşepêdana Mirovî-Iraq  Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê  Rêxistina Hesekê ya Xêrxwazî û Geşepêdanê HRD

Desteya Jin a Yekitiya Suryan-Sûriyê

Komeleya Şawîşka-Qamişlo

Rêxistina Cudî ya Xêrxwazî û Geşepêdanê-Hesekê  Rêxistina Şems a Geşepêdan-Sûriyê  Toreya Rêberên Aştiyê-Sûriyê  Yekitiya Jin a Suryan-Sûriyê  Hevya Sor a Kurd-Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Navenda Wekhevî ya Jenderiyê-Iraq  Rêxistina civaka Sivîl-Kerkûk  Şaciwan Mihemed-Kerkûk  Fereh Sabir-Iraq  Saziya Jinêm Musliman-Hesekê Kombûna Aştiyê ya Jin a Sriyê PEA-Sûriyê Rêxistina Reng a Geşepêdanê-Sûriyê  Rêxistina Berçav-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Destya Jin a Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Rêxistina Sara a têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê-Sûriyê-Qamişlo  Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê-Sûriyê Xurtkirina Aboriya Jinan-Iraq  Weqfa Jina Azad-Sûriy Weqfa Jinên Sûriyê-Sûriyê  Yekitiya Mamsoteyan a Cizîrê-Sûriyê-Hesekê -Radyo Arta-Sûriyê  -Weqfa Parêzerên jin ên Sûriyê-Almanya  -Navenda Belgekirina sûcan li bakurê srûiyê-Sûriyê -Komîteya Jin a Asûr-Sûriyê  -Desteya JIn a Biratî a Kurdistanê-Qamişlo-Erbewiye -Rêxistina Soz-Almanya  -Yekitiya Rojnamevanan a Kurd li Sûriyê-Sûriyê - Kevana Zêrîn  -Navenda Jina Êzidî li Şehbayê  -Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk  -Nivîsgeha Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê  -Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Kurdistanê -Rêxistina Jinan a Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê  -Rêxistina Jinan a Yekitiya Niştîmanî ya Azad  -Rêxistina Jinan a Partiya Guhertina Demokratîk  -Rêxistina Jinan a Desteya Niştîmanî ya Ereb -Rêxistina Jinan a Şepela Pêşerojê -Rêxistina Jinan a Hevalbendiya Niştîmanî  -Rêxistina Jinan a Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Partî  -Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Yekitî  -Komîteya Jinan a Tevgera Nûjen a Kurdistanê  -Nivîsgeha Jinan a Partiya Mihafizan a Demokratîk  -Nivîsgeha Jinan a Partiya Nûjen û Guhertin.

- Nivîsgeha Jinan a Partiya Lîberal a Kurdistanê.

-Mala Êzidiyan

)şx(

ANHA


Mijarên Din