5 welatên rojavayî ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê red kir

Rojnameyeke Yewnanistanê eşkere kir ku ji tirsa penaberan ku dewleta Tirk bi wê yekê welatên rojavayî şantaj dike, 5 welatan pêşniyara Yewnanistanê ya girêdayî ferzkirina cezayan li ser Enqereyê ya di lûtkeya YE`yê de, red kir.

Rojnameya ‘Greek City Times’ a Yewnanistanê ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) qedexekirina çekan ji bo cezakirina dewleta Tirk li ser binpêkirina serweriya Qibrisê û Yewnanistanê li rojhilatê Deryaya Spî, nîqaş kiriye lê belê hîna negihîştiye tu lihevkirinan.    

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis hefteya borî ev pêşniyar di lûtkeya siyasî ya YE`yê de pêşkêş kiribû. Rojnameyê bi bîr xist ku Spanya, Îtalya, Macaristan, Malta û Almanyayê pêşniyar red kiriye.

Li gorî rojnameyê, her 5 welatên navborî ev tedbîr ji tirsa panebarên ne rewa ya ji Tirkiyê ber bi welatên rojavayî ve, qebûl nekiriye.

(cx)


Mijarên Din