5 welatî ji gundê Qestel Xidraya hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 welatî ji gundê Qestel Xidraya yê girêdayî navçeya Bilbilê revandin.

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh 5 welatî ji gundê Qestel Xidraya yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revandin.

Kesên hatine revandin ev in: Selah Zekeriya Mihemed, Ziyade Horîk Reşîd, Aras Henan Mihemed, Îbrahîm Hisên Reşo û Celal Mihemed Miho.

Li gorî çavkaniyan ku kesên hatine revandin, ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din