5 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya kantonên Efrîn û Şehbayê 5 şehîdên Berxwedana Serdemê di salvegera duyemîn a şehadeta wan de, bi bîr anî.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê bi meşekê 5 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê (Birûsk Baran, Hawar Şêrawa, Gerzan Efrîn, Şahan Efrîn, Mihemed Efrîn) ku di 8`ê Tîrmeha 2018`an de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Bi sedan şêniyên herêmê û malbatên şehîdan beşdarî meşê bûn. Meşvanên ku alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê rakiribûn, li kolanên navçeyê meşiyan û siloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Piştre berê xwe dan goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê.

Li goristanê, merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Yekitiya Werzîşê ya herêma Efrînê Evîn Bîlal sersaxî da malbatên şehîdan û wiha got: "Wekê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye "Ciwan dînamîka civakê ne", divê em vê gotinê bi cih bînin û di civakê de bi rola pêşengtiyê rabin. Her wiha divê em ji bo azadkirina ax û gelê xwe bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin."

Evînê gotineke şehîd Gerzan wiha bi bîr anî: "Şehîd Gerzan her ev gotin digot, yan em ê li ser axa xwe bi azadî û rûmet bijîn an em ê xwe fedayî welat bikin. Divê em jî rêya wan bişopînin û bigihînin xeyalên wan."

Di dawiya merasîmê de, di nava siloganên dilsoziya bi şehîdan re mûm li ser goristanên şehîdan hatin pêxistin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din