5 salin Til Hemîs di nava ewlehiyê de ye

Ev 5 salin ku YPG û YPJ’ê navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine, ev 5 salin navçe di nava ewlehiyê de ye. Şêniyan jî gotin, ew bi saya keda şervanên YPG û YPJ’ê di nava aramiyê de dijîn.

Îro salvegera rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Dagirkerî 3 salan li navçeyê man û şênî ji navçeyê koçber bûbûn. Çeteyan malên wan desteser kiribûn û ji xwe re kiribûn bargeh.

YPG û YPJ`ê navçeya Til Hemîsê di 27`î Sibata 2015`an de rizgar kirin û teror tune kirin. Piştî paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan, şênî hêdî hêdî vegerîn malên xwe. Ji nû ve jiyan vegerandin bajêr.

Piştî vegerê, şêniyan xwe birêxistin kirin. Ji bo ku navçeya xwe li gorî têgeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêve bibin, sazî û meclis vekirin. Tevahiya hîmên jiyanê li navçeyê peyda bûn.

Rûspî û şêxên êlên Ereb ên Til Hemîsê û gundewarê wê wek êlên El-Tifîhîn, Benî Saba, El-Raşid, El-Cewle, El-Şerabîn, Şemir û El-Miamre rolek girîng lîstin û rê nîşanî ciwanan kirin. Ciwan teşwîq kirin ku axa xwe biparêzin û tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPJ û YPG`ê bibin.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê, ji bo terorê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixin û ewlehiyê bînin herêmên bi dehan şehîd dan.

 ŞÊNIYÊN TIL HEMÎSÊ JI 5 SALAN VE DI NAV EWLEHIYÊ DE NE

Şêniyên navçeya Til Hemîsê piştî rizgarkirina herêman ji tarîya serdama DAIŞ`ê, di nav ewlehiyê de ne. Şêniyê bi navê Aladîn Mihemed El-Xenam got: " Xebatên bingehîn li navçeyê peyda dibin. Rê hatine çêkirin û ronîkirin, kehrebe û sotemenî peyda dibin."

Şêniyê bi navê Mihemed Hisên Mihemed ji gundê Balqîs El-Şerqiye bi 20 km li başûrê Til Hemîsê ev tişt diyar kir: "Rewşa Til Hemîsê ji berê baştir e. Tevahiya hîmên jiyanê tê de peyda dibin." Mihemed tevahiya şehîdên navçeyê yên ku canê xwe dane ji bo ku navçeyê rizgar bikin, bibîr anî.

3 SAL JI KOÇBERIYÊ Û DÛRKETINA JI WAR

Şêniyên navçeyê 3 sal koçber bûn û dûrî warên xwe jiyan. Di nav kon, malên bi kirê û li cem xizmên xwe man. Hinekan berê xwe dan bajaran da ku kar bikin.

Di di 27`ê Sibata 2015`an de şervanên YPG û YPJ’ê Til Hemîs û gundewarên wê ji  çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û şênî vegerîn warên xwe.

Şêniyê bi navê Selah El-Zêdan got: "Ji ber ku çeteyan malên me desteser kirin em 3 sal koçber bûn. Lê îro bi saya fedekariyên şervanên Hêzên Sûriye Demokatîk de em di nav ewlehiyê de ne. Em bi wan hêzan re ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din