47 sal in Lubnan di nava aloziyan de ye

Ji beriya bi dehan salan ve Lubnan di nava krîzên aborî û siyasî de ye, lê îro di merheleyeke nû ya krîzên darayî û aborî de re derbas dibe ku ji dema şerê navxweyî yê Lubanê yê di navbera salên 1975-1990`î de, gefa herî mezin li îstîqrara welat dixwe.

Di sala 1975’an de li Lubnanê şerê navxweyî dest pê kir û 15 salan dom kir. Di encamê de nêzî 120 hezar welatî hatin qetilkirin, bi sed hezaran penaber bûn. Lê peymana “Taif” a 1989’an hate îmzekirin ku dawî li wî şerî bîne.

Şerê navxweyî yê Lubnanê bi dawî bû û Îlyas Herawî hikumeta nû ya Lubnanê ava kir. Di 1991’ê de parlamentoya Lubnanê qanûna efûyê têkildarî hemû sûcên ji 1975’an ve di şerê navxweyî de hatine kirin, derxist. Di heman salê de ji bilî "Hizbullah", hemû milîs hatin jihevxistin û dest bi avakirina artêşa Lubnanê hate kirin.

Ev şer û ev dîrok ji bo welat û gelê wî qonaxek bû, bi wê re hevsengî serûbinî hev kirin û derbeya yekemîn ji bo aboriya Lubnanê bû.

BANDORÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ LI QADA ABORÎ

Xwezaya aboriya Lubnanê hişt ku qada siyasî jî raweste ku Lubnan demeke dirêj jiya, lê tu pêşketin an jî guhartin di binesaziya aborî de çênebû.  Aboriya Lubnanê pişta xwe da xizmetên ku ji sedî derdora 70 qûta neteweyî ye. Cewherê vê beşê, xebatên bankan e. Ev jî li gorî cudahiya sûka darayî ya Lubnanê diyar dibe ku ji sêyan yek çalakî di destê bankên biyanî û tevlihev de bû. Ji sêyan yek a din jî pirrengî winda kir ku tu bankên taybet tune bûn, tenê banka çandinî û pêşesazî hebû.

Li gorî serjimariyan, xeteriya bankên biyanî li Lubnanê ew e ku deyn ji wan werin kişandin, ku aboriya Lubnanê dikarîbû sûdê jê werbigire dema ew li derve bihatana fînansekirin. Zêdetirî nîvê pereyên dibe ku li Lubnan û Rojhilata Navîn bihatana bikaranîn ji bankan re tên veguhastin. Ev pere di 1974’an de nêzî 3 hezar û 980 milyon lîreyên Lubnanê bû, anku di navbera 50-60 ji sedî ji berhema herêmî bû.

2005: KUŞTINA EL HERÎRÎ

Ruxmî ku şerê navxweyî bi dawî bû, lê rewşa Lubnanê bi îstîqrar nebû, di navbera etnîkên bijber de krîzên aborî û siyasî derketin. Di 14’ê Sibata 2005’an de li Beyrûtê di encama teqandina erebeyekê ku nêzî 2,5 ton teqemîn bar kiribû, Refîq El Herîrî û 21 kesên din hate kuştin. Piştre fetîla krîzan di navbera etnîkên dijber de careke din pê ket. Di heman demê de xwepêşandanên girseyî li dar xistin û hikumeta Şamê berpirsê sûîqastkirinê dîtin û banga vekişîna hêzên hikumeta Şamê ji Lubnanê kir ku di şerê navxweyî de li welat belav kiribû û heta piştî bidawîbûna şer di sala 1990'î de ma.

Şîeyên Lubnanê yên hevalbendên Şamê, di nav de koma "Hizbullah" a ku desteka xwe ji Îranê digire ji bo piştevaniya hikumeta Şamê xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Lê zexta navneteweyî hêzên hikumeta Şamê neçarî vekişînê kir û 3 muxalîfên Şamê Semîr Qeyser, Cibran Tuwênî û Corge Hawî hatin kuştin.

BANDORÊN KUŞTINÊ

Ruxmî daxwazên pêşîn ên lubnaniyan hatin guhartin û êdî îro ji her demê zêdetir bi rewşa xwe ya aborî mijûl in, lê hîna jî hûrgiliyên wê roja xemgîn ku rêya vî welatî biçûk ber bi parçebûna tund ve bir, di bîra wan de ye.

Qetilkirina Refîq El El Herîrî şokmayînek bû, ji ber navê wî bi Lubnanê ve bi xurtî hatibû girêdan, her wiha bi merheleya jinûve avakirinê ya  piştî şerê navxweyî û bi têkiliyên navneteweyî ve hatibû girêdan.

Kuştina El Herîrî, ji bo welatê biçûk ku tê de parçebûnên etnîkî û siyasî hene, derbeyeke mezin bû. Lê ev yek bi hêzên siyasî yên dewletên derve ve girêdayî ye. Ji ber ku piştî wê bi salên dirêj di navbera "Hêzên 14’ê Adarê" û têkoşîna li dijî "Hizbullah" û hêzên 8’ê Adarê" yên alîgirê wê de parçe bûn.

El Herîrî ji ber dîplomasiya xwe rolek di sazkirina peymana Taif a 1990’î de lîst ku şerê navxweyî yê 16 salan bi dawî kir, û di 1992’yan de bû serokê yekemîn ê hikumeta Lubnanê. Lê ev peyman li ser parvekirina mezhebî, etnîkî, belavkirina saziyên welat û dewlemendiyên wî li aliyên siyasî yên ku Lubnanê kontrol dikin, hate avakirin.

El Herîrî di dema serokatiya hikumetê ya duyemîn a 2000’î de, bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî (NY) kir ku biryara /1559/ bide, ku banga vekişîna hemû hêzên biyanî ji Lubnanê dike.

Li ser asta aborî jî, siyaseta El Herîrî hişt geşbûyîna aboriyê çêbibe û ji bo jinûve avakirinê pereyên pêwîst deyn kirin.

El Herîrî hewayeke fînansê ya balkişandina fînanseyên biyanî, ava kir, sazûmaniya bacê ya hêsan ava kir û gelek efûyên bacê derxist, her wiha deynên ku Lubnanê dikişandin, faîdeya wan kêm kir.

El Herîrî girîngî da qada pêşesazî ya Lubnanê ku weke parçeyek ji siyaseta wê ya aborî ye. Ji ber wê Lubnanê gelek hevpeyman ji bo beşên mezin mîna enerjî, peywendî û tûrîzmê bi dest xistin.

Hikumeta El Herîrî ya duyemîn di 20’ê Cotmeha 2004’an de ji erka serokatiyê hikumetê îstîfa kir û Omer Keramî şûna wî girt.

ŞERÊ ÎSRAÎLÊ

Piştî kuştina El Herîrî bi salekê, bi taybet di Tîrmeha 2006’an de, Hizbullah 2 leşkerên Îsraîlê ji Îsraîlê revandin û kuştin. Di encamê de heta 5 hefteyan şerek li dar ket. Ji ber wê herî kêm hezar û 200 lubnanî û 158 îsraîlî hatin kuştin. Lê piştî şer, nakokiya li ser hêza Hizbullah zêde bû.

Di Cotmehê de, Hizbullah û hevalbendên wê ji hikumetê ya bi serkêşiya Fûad Senyora vekişiyan û xwepêşandanên li dijî hikumetê li dar xistin. Xwepêşandan nêzî salekê dewam kir. Di wan xwepêşandan de daxwaz kirin ku mafên wan hebe biryarên hikumetê red bikin

NAVBERA 2008-2019’AN

Di Çileya 2008’an de, efserê îstîxbarata hêzên ewlehiya hundirîn Wîsam Îd ku di bûyera kuştina El Herîrî de lêpirsîn dikir di encama teqîna erebeyeke bombebarakirî de hate kuştin. Di Gulana heman salê de, hikumetê tora peywendiyan Hizbullah qedexe kir. Lê Hizbullah tevgera hikumetê bi ragihandina şer wesif kir û rojavayê Beyrûtê ku tê de piranî misliman hene kontrol kir. Piştî navbeynkariyê, serokên dijber li Qeterê peymanek îmze kir ku 18 mehên ji nakokiya siyasî bi dawî bikin.

Di 2012’yan de jî çekdarên Hizbullah li Sûriyê, hatin belavkirin da ku alîkariya hikumeta Şamê bike. Di Cotmehê de jî erebeyeke bombembarkirî hate teqandin, di encamê berpirsê ewlehî yê mezin Wîsam El Hesen de hate kuştin. Saziya ewlehiyê ya Wîsam El Hesen wezîrê berê yê Lubnanê Mîşelê Semaha girtibû. El Hesen ku hevalbendê hikumeta Şamê bû bi veguhastina bombeyan û komkirina wê li Şamê ku êrişî Lubnanê bikin hate tawanbarkirin. Lê piştî wê bi salekê wezîrê berê û şêwirmendê El Herîrî, Mihemed Şeteh di teqîna mayînekê de hate kuştin.

Erebistana Siûdî jî ku ji rola Hizbullah a li Lubnanê bi hêrs bû, li hemberî tawanên girtina Seed El Herîrî li Riyadê û neçarkirina wî ya îstîfakirinê hate tawanbarkirin. El Herîrî careke din di 2016’an de bû serokwezîr û Mîşel Ewn jî ku hevalbendê Hizbullah e bû serokê Lubnanê.

Di 2018’an de Hizbullah û hevalbendên wê di yekemîn parlamentoya Lubnanê de ji dema 2009’an de piranî deng wergirtin û bi ser ket.

17’Ê COTMEHÊ: TEVGERA GEL

Heta 2019’an ku qeyraneke aborî li welat mîna berê çênebûye, hikumet rastî zextekê mezin ji ber aciziya mezin di budceyê de, pêşniyarên kêmkirina destheqên karkerên dewletê û projeya qanûnê ya mûçeyên karbesan, hat. Hikumetê soz da ku ew ê çareseriyên ku pêk nehatine pêk bîne, lê belê pêşketineke çênekir ku bigihîne destekdayîna biyanî.

Di 17’ê Cotmehê de, ji ber tevgera hikumetê ya ferzkirina bacan li ser peywendiyên înternetê, xwepêşandanên girseyî li dijî desthilat hatin lidarxistin û gelek lubaniyên ji etnîkên cuda tev li xwepêşandanan bûn û berpirs bi gendelî û xirabbûna rêvebirina aboriyê tawanbar kirin.

Di 29’ê heman mehê de, Seed El Herîrî, ruxmî nerazîbûna Hizbullah, îstîfa kir. Bi wê re Lubnan bê rêveberî ma û krîz kûrtir bû. Her wiha kêmbûna pereyên biyanî di bankan de bû sedema ferzkirina bendên tund li ser kişandina pereyan û veguhastina ji derve re.

Destpêka 2020’an ji bo lubnaniyan rewş cuda bû. Piştî dan û standinên ji bo avakirina hikumeta îtîlafî ya nû ya bi serkêşiya El Herîrî 2 mehan dewam kir ber bi rêya xitimî ve çû. Hizbulah û hevalbendên wê destek dan wezîrê berê yê perwerdeyê Hesen Diyab da ku bibe serokwezîr. Diyab di 7’ê Adarê de ragihand ku Lubnan nikare deynan bide û banga dan û standinan kir ku jinûve sazûmaniya deynan xwe ava bike.

Di 4’ê Tebaxê de teqîneke mezin li bendera Beyrûtê çêbû, di encamê de 215 welatî hatin qetilkirin û 6 hezar birîndar bûn û rûberên mezin ji Beyrûtê hatin wêrankirin.

Hikumeta Diyab îstîfa kir û El Herîrî ji bo avakirina hikumeta nû hate erkdarkirin, lê nakokî li ser wezaretê berdewam kirin.

Xizaniya li welat zêde bû. El Herîrî dev ji xebatên avakirina hikumetê berda. Di Tebaxê de banka navendî ragihand ku ew nikare destekê bide dahûtoyên sotemeniyê, di encamê de kehrebe qut bû û sotemenî kêm bû, bi wê re tundî li stasyonên sotemeniyê derket.

Di Îlonê de, piştî zêdetirî salekê di ser nakokiyên têkildarî parvekirina postên wezaretê de derbas bû, li ser hikumeta nû ya bi serkêşiya Necîb Mîqatî li hevkirin çêbû. Lê bi lêpirsîna li ser teqîna li bendera Beyrûtê re hikumet ji rêya xwe derket. Hizbullah û hevalbendiya wê "Tevgera Emel" bang kir ku dadgerê lêpirsînê Tariq Bîtar îstîfa bike.

Partiyên Şîe jî li dijî dadger banga lidarxistina xwepêşanan kir, lê di encama tevliheviyan de ku tundî hate bikaranîn 6 alîgirên partiyên Şîe bi guleyan hatin kuştin û Hizbullah jî Partiya Hêzên Lubnanê ji vê yekê hat tawanbarkirin. Hizbullah ev tawan red kir.

Piştî giliyên qanûnî yên li dijî dadger ên ji hêla berpirsên ku destê wan di vê karesatê de heye hatin tawanbarkirin, lêpirsîna li ser teqîna bendera Beyrûtê hate sekinandin.

Ji ber daxuyaniyên wezîr Corge Qirdahî ê hevalbendê Hizbullah ku ji ber şerê li Yemenê rexne li Erebistana Siûdî kiribû, di Cotmehê de, delwetên Kendavê bang li balyozên xwe kir û Erebistana Siûdiyê hemû dahatûyên ji Lubnanê, qedexe kirin.

Di Çileya 2022’yan de, lîreya Lubnanê li hember dolarekî daket 34 hezar, bi wê re ji sedî 90 ji buhaya xwe winda kir. Beşên desthilat jî rexneyên tûj ji banka navneteweyî kir kirin.

El Herîrî ragihand ku ew derbasî hilbijartinên parlamentoyê nabe. Hizbullah û hevalbendên wê jî piranî dengên xwe di hilbijartinên parlamentoyê yên Gulanê de ji dest dan. Lê partiyên hegemon ji demeke dirêj ve hîna xwe diparêzin. Her wiha Nebîh Birî ji bo serokatiya parlamentoyê ji nû ve hate erkdarkirin û Mîqatî ji bo avakirina hikumeteke nû hate erkdarkirin.

ENCAM

Sîstema parvekirinê ya etnîkî û mezhebî li Lubnanê, mîna li Iraqê, hişt ku bêîstîqrarî û alozî çêbe û saziyên welat û dewlemendiyên wê di destên beşên desthilat de bûn alavên bikaranînê.

Hemû hewldanên navneteweyî û herêmî di çareserkirina pirsgirêkên li van welatan, li gel sîstema parvekirinê bi bin ketin. Li kêlek wê jî tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku çare di pêkanîna sîstema demokratîk de ye ku xwe dispêre biratiya gelan û neteweya demokratîk.

(fr)

ANHA


Mijarên Din