47 dewletên Ewropayê sûcên Îranê yên li dijî mafên mirovan şermezar kirin

Almanyayê bi navê 47 dewletên Ewropayê  bi daxuyaniyeke lezgîn ku pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan a NY kiriye re sûcên Îranê li dijî mafên mirovan şermezar kir.  

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev dewlet(47 dweletên Ewropayê) ji ber sûcên bê navber yên di derheqê mafên mirovan li Îranê de û bi taybet mafê derbirîna nêrînîna azad,  bi fikar in.  

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku raporên di herheqê girtinên bêserûber, dadgehkirinên tewş, êşkence, danûstandinên kirêt bi girtiyan re bi awayekî taybet fikaran ava dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê bersiv da vê daxuyaniyê û destnîşan kir ku ev daxuyaniya ku Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan kiriye nayê qebûlkirin.

Fransa, Almanya û DYA`yê, bi rêya vexwendina balyozên Îranê li welatên xwe, helwesteke diplomatîk der barê girtina Îranê ya ji herdu zaynedan re û kiryarên li dijî girtiyên siyasemedar, nîşan dan.

(oh)


Mijarên Din