400 kesên din ji Kampa Holê derketin û vegerîn warên xwe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Hêzên Ewlehiyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê, beşek din a welatiyên Dêrazorê li ser daxwaza wan ji kampê derxist û vegerandin warê wan.

Beşeke din a sûriyan îro ji Kampa Holê derket ku ji 400 kesan pêk tê. Ew ji rojhilat û barkurê Dêrazorê ne yên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Piştî civîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Desteya Hundirîn de ku di 5`ê Cotmeha 2020`an de li dar ketiye, Rêveberiya Xweser di 10`ê Cotmeha heman salê de biryar da ku welatiyên dixwazin ji kampê derkevin, vegerîne warên wan.

Piştî piştrastkirina ji belgeyên malbatan, bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, rêwîtî hatin lidarxistin.

Li gorî endamê rêveber ê Kampa Holê Kîm Emîn, heta îro 50 rêwîtî hatine li darxistin, di nav de rêwîtiyên bi kefaleta rûspiyan hene. Hejmara rêwîtiyên şêniyên Dêrazorê gihaşt 24`an.

Li gorî daneyên dawî ku nûçegihanê me ji Rêveberiya Kampê bi dest xistiye, 55 hezar kes di kampê de hene, di nav de 18 hezar û 856 sûrî, 28 hezar û 438 iraqî, 7 hezar û 897 biyanî hemû jin û zarok in û ji 54 nasnameyên biyanî ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din