40 malbatên bajaroka Şiyûxa Jêrîn vegeriyan malên xwe

40 malbatên bajaroka Şiyûxa Jêrîn a rojavayê Kobanê yên têkiliyên wan bi çeteyan re tinene vegeriyan malên xwe.

40 malbat ji bajarokê Şiyûxa Jorîn a rojavayê bajarê Kobanê ku di dema têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê li bajarê Kobanê  koçî herêmên di bin serweriya komên çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk de wekî Cerablus û Babê û deverên din kiribûna, piştî ku zelala bû ku destê têkiliyên wan bi çeteyan re tine û sûc nekirin vegeriyan malên xwe.

Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanê  ji bo vegera niştecihên bajarokê yên xwestin vegerin warê xwe di 9‘ê Îlonê de civîneke li dar xistibû. Di civînê de  biryara hate standin ku malbatên ku têkiliyên wan bi komên çete re tunene û sûc nekirine dikarin vegerin malên xwe.

Îro, bi beşdarbûna rêveber û endamên Meclisa navçeya Qenaya ya rojavayê bajarê Kobanê û bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 40 malbat piştî îsbat bû ku sûc nekirine vegeriyan warê xwe bajarokê Şiyûxa Jêrîn.

Tê payîn ku rewşa malbatên din ên koçber bûne jî were lêkolînkirin da ku vegerin warê xwe.

ANHA


Mijarên Din