4 sal derbas bûn, lê êşên bûyerê nû ne

4 sal di ser teqîna li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê re derbas bû. Lê bîranînên bi êş ên wê rojê di hişê şêniyên bajêr de zindî ne. Hinek ji wan malbata xwe bi temamî di teqînê de winda kirin, hinek  birîndar bûn.

Di saetên sibehê yên roja 27`ê Tîrmeha 2016`an de, teqînek li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo çêbû û ewirek reş li ser bajêr belav bû. Di wê teqînê de bi dehan kes şehîd bûn. Ew vedenga wê teqînê, veguherî bîranînek bi êş û kabûsekê ku bandorên wê nayên jibîrkirin.

Îro salvegera 4’emîn a teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ye. Çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya teqînê girtin ser xwe. Ew teqîn bi rêya erebeyek veguhestina pez ku bi 14 ton madeyên teqemenî, bombebarikirî bû pêk hat. Piştî ku DAIŞ li bajarê Minbicê bibin ketibû, ew êriş pêk anî.

Di encama wê teqînê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyeke xwe de rave kir ku Yekîneyên Antî Terorê, di operasyonek a li Dêrazorê de berpirsê teqîna Qamişloyê tune kirine.

Piştî derbasbûna 4 salan jî lê şûnên birînên wê teqînê û malbatên qurbaniyan, hîna çê nebûne.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Yusif ji şêniyên bajarê Qamişlo ye û qesab e. Dikana wî li koşeyekê taxa Xerbî ye. Yusif deteyên bûyera wê rojê vegot.

Destpêkê Yusif ew roj weke rojek dijwar wesifand û got: “Dema ez wê rojê tînim bîra xwe bedenê min dilerize.”

‘KÊLIYEKÊ MIN TEXMÎN KIR KU ROJA QIYAMETÊ HAT’

Di saet 09:00`an de Îbrahîm Yusif mîna her car dikana xwe vekirbû. Wê rojê ji bavê xwe dixwaze ku bi hev re li dikanê qehweyê vexwin. Yusif got: “Piştî ku min qehwe amade kir, min li kolanê dengê qerebalixê bihîst. Piştre wekî ku kehrebe min bigre û derdor tarî bû. Ez bi dengê bavê xwe hatin ser hişê xwe. Ji ber toz û dumanê min û bavê xwe nekarî hevdû bibînin. Ji dikanê derketim. Dîmenên ku min dîtin weke roja qiyametê bûn. Ereb dişewitîn û avahî hilweşî bûn. Min texmîn nekir ku teqîn e, min got qey roja qiyametê ye.”

Yusif axaftina xwe wiha doman: “Di wê rojê de min gelek hevalên xwe yên ku em weke bira bûn, winda kir. Ruxmî derbasbûna 4 salan pê dihesim ku teqîn duh pêk hatiye. Êdî bûye kabûs hertim tê xwenên min. Her çendî ez hewl didim dîmenên cenazeyên zarok û jinan ên ku li kolanê belav bibûn jibîr bikim, lê nikarim. Dengê qêrînan hîna di guhê min de ne.”

Yusif di teqînê de ji rû û stûyê xwe birîndar bû. Yusif dibêje: “Piştî ku em derketin kolanê, xwîn li ser rûyê min diherikî. Ez û bavê xwe bi lez meşiyan heta em gihaştin mizgefta Qasimo. Wê demê ambulansek hat û ez birim nexweşxaneyê.”

Şopên teqînê li ser rûyê  Îbrahîm Yusif mane û hertim bûyerê tîne bîra wî.

Şêniyê bi navê Nezîr Ebdulkerîm malbata xwe di teqînê de winda kir. 14 kes ji malbata wî di nav de zarok, jin û temenmezin (hevser, kurê wî, dêûbav, xwişk û malbata wê, 4 kes ji malbata apê wî, du zarokên xalê wî) şehîd bûn.

Têkildarî teqînê Nezîr Ebdulkerîm dibêje: “Dema teqîn pêk hat ez û birayê xwe li kar bûn. Dema me dengê teqînê bihîst, em bezîn mal, lê mal bi temamî hilweşî bû. 4 sal derbas bûn, lê êş û birînên wê rojê çênebûn. Ji bîra min naçe. Dilê min tehemul nake ku di wê kolanê re derbas bibim. Ez hertim rêya xwe diguherim da ku di wir re derbas nebim.”

Nezîr Ebdulkerîm  ji tevahiya malbatên şehîdên wê teqînê sebir xwest.

Kolana ku bi navê mizgefta Qasimo dihat binavkirin, niha weke kolana teqînê tê nasîn. Ji wê demê heta niha şêniyan navê kolanê kirine Kolana Teqînê.

Her sal şêniyên Qamişlo şehîdên teqînê bîr tînin. 62 mûm li ber  wêneyên li cihê teqînê vêdixin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din