4 dewreyên şervanên QSD’ê bi dawî bûn

Navenda Şehîd Ednan Ebo Emced a perwerdeyê bi merasîmekê 4 dewreyên leşkerî yên şervanên QSD`ê bi dawî kirin.

Dewreyên perwerdeyê bi navên şehîdên QSD`ê hatin binavkirin. Akademiya Şehîd Asro Suryanî, Dewreya Şehîd Sîzar bi rê ve bir ku endamên wê li ser çekên giran hatin perwerdekirin. Akademiya Botan Tirkmen, Dewreya Şehîd Elî Çaçan li dar xist ku endamên dewreyê li ser êrîş û hemleyên paqijkirinê perwerde bûn.

Her wiha Akademiya Ciwan Ereb a Fermandaran û Akademiya Şehîd Lorans 2 dewre bi dawî kirin ku ya yekemîn bi navê şehîd Rustem Bedewî û dewreya duyemîn bi navê şehîd Biroks Lehîn bi dawî kirin. Endamên dewreyan li ser waneyên bîrdozî û siyasî hatin perwerdekirin.

Merasîma bidawîkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê û toranên leşkerî dest pê kir. Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kanî Xelîl di merasîmê de axivî û li ser pêvajoya krîtîk ku herêm tê re derbas dibe, axivî.

Xelîl amadekariya hêzên wan ên leşkerî di parastina gel bi hemû pêkhateyên wê li dijî hemû gefên li ser herêmê  teqez kir. Xelîl diyar kir ku QSD tu gefan û êrîşan ser tu aliyan pêk nayne, ew hêzeke ji hemû pêkhateyên li herêmê hatiye avakirin û erka wê parastina destkeftiyên gel e.

Xelîl dewre li endaman pîroz kir û hêvî kir ku endam erka xwe heta serî pêk bînin.

Di dawiya merasîman de endaman sûnda leşkerî xwar.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewreyan 2 mehan dewam kir û endamên dewreyê ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser bûn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din