36 koçberên din ji kampa Holê derketin û berê xwe da warên xwe

Hejmara koçberên ku ji kampa Holê derketin û vegeriyan warên xwe, gihaşt hezar û 172 kesan piştî ku îro 36 koçberên ji şêniyên Dêrazorê û Reqayê ji kampê derketin.

Rêveberiya Xweser di 23`yê Gulanê de bernameya venêrîna dosyayên koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin da destpêkirin da ku kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ye, vegerînin herêmên wan.

Hejmara koçberên ku ji 3`yê Hezîranê ve ji kampa Holê derketin, gihaşt hezar û 136’an ku ji 350 malbatan in. Ji Dêrazorê 397 koçber, Minbic 127 û Reqa û Tebqayê 612 koçber.

Îro jî piştî ku lêkolînên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin amadekirin û hate dîtin ku destê wan di rijandina xwîna gel de tune ye, komek ji koçberan ji kampa Holê derketin ku ji 36 koçberan pêk tê ji jin, zarok û kesên temenmezin û ji şêniyên bajarê Reqa û Dêrazorê ne. Bi wê yekê hejmara koçberên ku hatin derxistin gihaştin hezar û 172’yan.

Berpirsa kampa Holê Hemrîn Hesen teqez kir ku dê rêveberiya kampê di şopandina lîsteyên navên ku berpirsên Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîran ji bo meşandina vegera koçberan dewam bike û wiha got: "Divê hemû aliyên peywendîdar di mijara vegera koçberan de bêhtir alîkar bin da ku bigihîjin hejmareke mezin ji kesên ku dixwazin vegerin herêmên xwe."

Li kampa Holê ya 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê, zêdetirî 71 hezar kes ji koçber û penaberan hene, li kêleka malbatên çeteyên DAIŞ`ê, kampa Holê ji kampên herî mezin e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê bi hevkariya rêxistinên navneteweyî û kooperatîfên herêmî bi rê ve dibe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din