32 rêxistinan têkildarî êrîşên Tirkiyê belgeyek radestî balyozê Franasyê kirin

Kurdên li Swîsreyê dimînin û nûnerên 32 rêxistinên mirovî û hiqûq têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê belgeyek radestî konsilxaneya Fransayê kirin. Di belgeyê de banga rawestandina êrîşan û vekişandina artêşa Tirk ji Sûriyê tê kirin.

Bi dehan Kurd û nûnerên 32 rêxistinên hiqûqî û sivîl, îro li pêşiya konsolxaneya Fransayê ya li bajarê Zurich ê Swîsreyê kom bûn û mitîngekî bêdeng a şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Kurd ên li Bakurê Sûriyê, lidar xistin.

Di dawiya mitîngê de, nûnerên komek rêxistinên hiqûqî û sivîl Ebdulbaqî  Esaed belgeya ji aliyê 32 rêxistinan Erebî û Kurdî ve hatiye îmzekirin radestî  konsulê Fransayê rêzdar Robert kir.

Di belgeyê de, daxwaz ji dewleta Fransayê hate kirin ku wek endamekî daîm ê Konseya Ewlekariyê ye, erka xwe ya exlaqî û mirovî ji bo parastina niştecihên herêmên Bakurê Sûriyê, Kurd, Ereb, Asurî, Kildan û Ermen pêk bîne. Her wiha daxwaz kirin ku di Konseya Ewlehiyê de biryarekê têkildarî rawestina êrîşên Tirkiyê yên li Sûriyê û vekişandina wê ji tevahî xaka Sûriyê, di serî de ji Efrînê derbixin.

Rêxistinên ku belge îmze kirin ev in:

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê

Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan

Desteya Qanûnî ya Kurdî

Komeleya Parastina Gelên Di Bin Gefan De-Almanya

Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê- MAF

Komeleya Parastina Mafên Mirovan li Avusturya

Komelay Mafên Mirovan –MAF

Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûriyê (Rewangeh)

Rêxistina Mehabata Mafên Mirovan

Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD)

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê

Saziya Êzidiyan a Belgekirina Binpêkirinan

Komeleya Hêvî ya Kurdî li Belçîka

Rêxistina Aştiyê ya Mafên Mirovan li Cinêvê

Saziya Êzidiyan

Navenda Edaletê ya Mafên Mirovan

Komxebata Ji Bo Efrînê

Rêxistina Kurdên Sînorneas

Rêxistina Cizîrê ya Geşkirinê

Rêxistina Roj a Geşkirina Mirovî

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê

Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan a li Sûriyê

Meclisa Jinên Sûriyê

Rêxistina Hîtma ya Pêxistina Çandî û Civakî

Rêxistina Şems a Geşkirin û Pêşxistinê

Navenda Aştî û Azadiya Civaka Sivîl û Mafên Mirovan

Tora Jinên Demokratîk

Rêxistina Sara Ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan

Heyva Sor a Kurd

 (rr)

ANHA


Mijarên Din