300 malbat ji Girê Spî berê xwe didin Hêşe û gundewarên wê

Ji destpêka êriş û bomoberana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, 300 malbat ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê koçî bûn û berê xwe didin bajarokê Hêşa yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê. Meclisa herêmê ya bajarok jî, diyar kir ku nikare alîkariya koçberan di nava tunebûna piştevaniya rêxisitinên mirovî, bike.

Bi awayekî yekser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina dijminatiya dewleta Tirkiyê li dijî herêmê bi taybet herêmên Girê Spî û Serêkaniyê, hatin hedefgirtin. Di encamê de bi dehan qurbaniyên sivîl ji nav jî jin û zarok şehîd bûn û zêdetirî 400 hezar sivîl ji malên xwe koçber bûn.

Bajarokê Hêşe yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê zêdetirî 300 malbatên ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên li idijî herêmê, pêşwaz kirin. Koçber li mal û dibistanan hatin belavkirin, mîna gundên Huriyê, Şêx Hesen, Bêrseran, Şibil û bajarokê Hêşe.

Di nava tunebûna rêxistinên alîkar û mirovî de, Meclisa bajarokê Hêşe nikare alîkarî û pêdiviyên guncaw ên koçberan, bi taybet bi hatina zivistanê re, dabîn bike.

Piranî koçberan tevî malbatên dîtir ên ji şêniyên bajarok bi cih bûne. Hin jî li dibistanan bi cih bûne. Tenê alîkarî li ser tiştên hêsan wek betanî û isfincan ji şêniyan re hatin pêşkêşkirin.

Koçberan li gel kamîreya nûçegihanê ANHA’yê, ji ber ku hin xizmên wan li gundên ku hatine dagirkirin hene û li ser wan ditirsin, neaxivî.

Koçber(M H) ê ku nexwestî nav û rûyê xwe eşkere bike û ji gundê Goramaz ê rojavayê bajarê Girê Spî ye wiha got, çeteyan jenatorên kehrebyê, diraktor û erebeya wan dizîn û hîn ji bilî wê jî tiştên di malan de û pez dizîn.

Tevahî malbata koçber nikarî derketa, ji nav jî dayika wî û piranî li gund man.

Lê li aliyekî din, koçbera ku navê dayika Ehmde ya ku ji gundê Goramaz li xwe kiriye wiha anî ziman: “Dema ku ji ber tirsa binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gund derketime, min hin çete dîtin ku cilên kin bi jorî kabê li xwe kiribûn, por û riyên wan dirêj û dişibîn çeteyên DAIŞ’ê dîtin. Dema min ew dîtin nêzî gund dibin, der barê jiyana zarokên xwe de ji wan tirsîm, lewra yekser ji gund revîm."

Der heqê dabînkirina pêdiviyên koçberan li bajarok, Hevserokê Meclisa bajarokê Hêşe Xelîl Îso Xelîl got, nikarin alîkariyan ji koçberan re dabîn bikin û îşaret pê kir ku bajarok zêdetirî 300 malbat pêşwaz kiriye.

Xelîl bang li rêxistinên mirovî kir ku xebata ji bo vegera koçberan a malên wan bi taybet bi hatina zivixtanê re, bikin, alîkarî û piştevaniyê pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din