3 şervanên Senadîd şehîd bûn

3 şervanên Hêzên Senadîd di êrişên ji hêla kesên nenas ên li dijî benda kontorê de ya li rêya Siyasiyê, şehîd bûn û hinên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku bi dest ketine, bendeke kontrolê ya Hêzên Senadîd a çatriya Neîma ya li ser rêya Siyasî ya li nêzî navçeya Til Koçberê rastî êrişên ji hêla kesên nenas ve hatin. Di encamê de 3 şervan şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Ta niha aliyê êrişî benda kontrolê kiriye, nehatiye nasîn. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêpirsîna hûrgiliyên êrişî kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din