3 meh e dewleta Tirk para Sûriyê ji ava Firatê digire

Dewleta Tirk ji meha Gulanê ve rêjeya ava çemê Firatê ku derbasî erdên Sûriyê dibe, kêm kiriye. Ji ber kêmbûna rêjeya avê, aloziya ava çemê Firatê hîna berdewam e.

Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di 3 mehan de ji rêjeya giştî ya avê li welat ku 14 milyar metrekabik e, nêzî 3 milyar metrekabik anku rojane 33 milyon metrekabik av xilas bûye.

Keraseta daketina rêjeya avê bandor li kehrebeya bi dehan bajar û bajarokên Sûriyê jî kir. Her wiha zirar gihand berhemdariya herêmî ya 400 hektar erdên çandiniyê yên li qiraxa çemê Firatê û ji ber wê yekê nirxê berhemên çandiniyê yên herêmê pir biha bû.

Ji destpêka Hezîrana  borî ve, saetên derxistina kehrebeyê li her du stasyonên Firat û Tişrîn bi rêjeya ji sedî 33 kêm bû. Piştî ku berê rojane kehrebe18 saetan dihat dayîn, niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 12 saetan tê dayîn.

Li kêleka wê yekê, piştî ku dewleta Tirk para Sûriyê ji avê kêm kir ku damara jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê ye, li gelek herêmên Sûriyê pirsgirêka kêmbûna avê derket holê.

Bi vî rengî Enqere hevpeymana ku sala 1987`an bi Şamê re îmze kiriye, binpê dike ku tê de para Sûriyê û Iraqê ji avê di saniyekê de 500 metrekabik hatiye diyar kirin. Lê belê Tirkiye vê yekê binpê dike û di saniyekê de tenê 150 heta 250 metrekabik av derbasî erdên Sûriyê dike.

Av çavkaniyeke xwezayî ye ku di gelek aliyan de tê bikaranîn, lê belê di 5 salên dawîn de di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Tirk de gelek pirsgirêkên girêdayî avê rû dan. Tirkiye her havîn di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê de avê bi kar tîne.

Demeke berê parlamantoya Iraqê binpêkirina Tirkiyê ku jiyana bi milyonan welatiyên Iraqê li ser çemên Firat û Dîcleyê dike xetereyê, şermezar kiribû. Lê belê hikumeta Sûriyê heta niha girêdayî mijarê tiştek negotiye.

DEWLETA TIRK AVÊ WEK ÇEKEKÊ LI DIJÎ SÛRIYÊ BI KAR TÎNE

Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk girtina deriyên Firat û Dîcleyê wek amûreke şer li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Beriya ku ava çemê Firatê derbasî erdên Sûriyê bibe, li 6 bendavên Tirkiyê tê rawestandin. Ku ji nav wan duyemîn mezintirîn bendavên li Rojhilata Navîn bendava Ataturk e ku tê de 48 milyar metrekabik av heye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din